‘Ji bo mîtînga Nisêbîn û Cizîrê bangekî xurt a tevlîbûnê’

‘Ji bo mîtînga Nisêbîn û Cizîrê bangekî xurt a tevlîbûnê’

Înîsiyatîfa Gel a Botanê ji bo şermazarkirina ‘diwarê şêrmê’ mîtînga ku wê di 22’ê  Kanûnê li Nisebîn û Cizîrê tê lidarxistin de bangevazîye tevlîbûne kir.  

Înîsiyatîfa Gel a Botanê bal kişand ser  peymanên vekî  a Qasri-Şîrîn û Lozanê ku dagirkera bi şekilekî derveyî ehlakî li ser Kurda parçekirin dan ferkirin û hemû hesabê xwe li ser van peymana û politika pêk anîn û got; “Dagirkeran parçekirina Kurd û Kurdistanê vekî serkeftina mitîngerî û serdestîya xwe di bînîn.  Armanca van peymana di xwestin gelê me heya dawiya dirokê bixin çalên tarîtiyê û diroka ciwak û haqîketa netevî ji holê rakin.”

Înîsiyatîfa Gel a Botanê da di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku, ev polîtîkayên kiret di rojame de jî berdevamdikin û got, diwarê şermê ku li nawbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê tên çêkirin, têlên hunayî hwd. dide diyarkirin ku hîn devlata dagirker devleteke Lozane.  

Însiyatîfa Gel a Botanê da diyarkirin ku ev biryar û polîtîkayên wisa tû rewabûna wan nîne û wiha berdevamkir; “Berxwedana dirokî a tekoşina rizgariya herî bi heybet a ku Rêber APO daye destpêkirin ev biryar û polîtîkayên wisa vala derxistiye û bê vate hiştiye.”

Ji bo bi şoreşa Rojava re yek bûn çêbibe û li beramberî diwar û têlên ku devlata Tirk di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de avakiriye însîyatîfa Gel a Botanê bangawaziya tevlîbûnê ji bo mitînga li Cizîr û Nisêbînê kir û got; “Hêzên pêşeng ciwan û jin di serî de divê hemû gelême tevlî mîtîngê bibin.”