Ji bo penaberên xwe li Rojava girtine amadekariyên zivistanê tên kirin
Ji bo penaberên xwe li Rojava girtine amadekariyên zivistanê tên kirin
Ji bo penaberên xwe li Rojava girtine amadekariyên zivistanê tên kirin
Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, welatiyên ku herêma Girê Spî (Til Ebyed) koçberî Kobanê bûne di nava tirs û fikaran de ne. Endamê Komîteya Alîkariya Koçberan Hacî Xalid diyar kir ku ew hewil didin ku pirsgirêkên koçberan çareser bikin.
Piştî ku komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşî herêma Girê Spî kirin, gelek malbat koçberî bajarê Kobanê bûn, malbatên ku di dibistanan de dijî bi nêzîkbûna demsala zivistanê re di nava tirs û fikaran de ne.
Koçberên ku li dibistaneke bajarê Kobanê bi cih bûne diyar kirin ku pencereyên odeyan şikestî ne lewma ew di tirsin ku bi sermaya zivistanê re nexweşî belav bibin. Li aliyekî din hinek koçberan diyar kir ku alîkariyên mirovahî kêmin û têra wan nakin.
Endamê Komîteya Alîkariya Koçberan Hacî Xalid diyar kir ku ew hewil didin ku pirsgirêkên koçberan çareser bikin. Xalid da zanîn ku ewê di demsala zivistanê de koçberan li sê dibistnan bicî bikin.
Xalid her wiha da zanîn ku piştî vekirina deriyê sînor yê kobanê gelek alîkariyên mirovahî hatine derbas kirin û ew ê wan alîkariyan li koçberan belav bikin.