Ji bo perwerdeya Kurdî serlêdana fermî sibe ye

Ji bo perwerdeya Kurdî serlêdana fermî sibe ye

Li Amedê li ber avahiya Edliyeyê mûdaxeleya tund a polîsan a li dijî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger û binçavkirin hatin şermezarkirin. Hevseroka Giştî ya KCD’ê Selma Irmak got ku belgeyên pêwîst ên ji bo perwerdeya zimanê dayikê hatine amadekirin û wê serlêdana fermî sibe bikin.

Êrîşa polîsên Tirk a duh li dijî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger û binçavkirin li Amedê hatin şermezarkirin. Di çalakiya li ber Avahiya Edliyeyê de Hevseroka Giştî ya KCD’ê Selma Irmak, Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropa Feleknas Uca, Hevseroka Rêxistina DBP’ê Zubeyde Zumrut, Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca, nûnerên Saziya Civaka Sivîl jî di nav de gelek kes amade bûn. Hevseroka Giştî ya KCD’ê Selam Irmak a li vir axivî, bibîr xist ku ji aliyê hikûmetê ve tê gotin ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ti serlêdan nînin û got: “Hevalên me belgeyên pêwîst amade kirin û sibe bi awayekî fermî ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê wê serlêdanê bikin.”

ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJNAMEVANAN HAT ŞERMEZARKIRIN

Irmak di dewama axaftina xwe de got ku vekirina dibistanan demokratîk e û wiha dewam kir: “Merheleya ku gel xwe bi xwe rê ve bibe.” Irmak di axaftina xwe de got ku bêtehemûliya li hemberî dibistanan nayê qebûlkirin û di mûdaxeleya duh de ku rojnamevan jî rastî êrîşa polîsan hatin şermezar kir.

KARACA: DIVÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ BÊ NASKIRIN

Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca jî diyar kir ku pêwîste mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn û got ku di êrîşa polîsan a li hemberî dibistana Kurdî de 6 mamosta jî di navde gelek kes hatin binçavkirin.

Karaca diyar kir heta niha perwerdeya bi zimanê Kurdî parastine û ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têdikoşin.