Ji bo pîrozbahiya li Amara banga tevlibûnê
Ji bo pîrozbahiya li Amara banga tevlibûnê
Ji bo pîrozbahiya li Amara banga tevlibûnê
Aktivîstên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pasta jêkirin û banga meşa Amara kirin. Li Sêrt û Manîsayê jî bi heman armancê banga tevlibûna meşê hat kirin.
Aktivîstên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo 64'emîn roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 4'ê Nîsanê pîrozbahiya bi pasta kirin û banga tevlibûna Meşa Amarayê kirin. Dayikan piştî pasta jêkirin silogan berz kirin û tilîlî kişandin Dayikan di pîrozbahiyê de silogana "Roj buna te pîroz bê ey serok Apo" berz kirin û find pêxistin. Dayikan ji bo Ocalan azadî xwestin. Aktîvista Dayikên Aştiyê Sultan Koyun, axaftinek kir û wiha got: "Dê rojek teqez em û zarokên xwe yên li çiya û zindanan bi hevre vê roja pîroz bikin. Daxwaza me ya sereke azadiya Rêber Apo ye. Em bawer dikin ku dê bi Azadiya Rêber Apo re gelê Kurd û Tirkiyeyê azad bibe. Em dixwazin bi zarokên xwe yên li zindan û çiyê re di nava rojên aştî de pîrozbahiyan pêk bînin. Piştî axftinan pasta hat jêkirin.
LI SÊRT Û MANÎSAYÊ BANG
Li Sêrtê jî endam û rêveberên Komeleya Xizmên Girtiyan a Sêrtê (TUHAD-DER), bi heman armancê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê TUHAD-DER'ê Îrfan Baykara, anî ziman ku ji niha de Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin û xwest her kes di 4'ê Nîsanê de bimeşin Amara.
Li Manîsayê jî Rêxistina BDP'ê ya Manîsayê li Nûnertiya BDP'ê ya Fevzî Çakmak civîn pêk anî. Di civînê de endam û rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Rêveberên BDP'ê diyar kirin ku dê bi 3 otobusan tev li Meşa 4'ê Nîsanê bibin û xwestin kesên dixwazin tev li meşê bibin serî li rêveberiya wan bidin. Meşa Amara ya Manîsayê dê di 2'ê Nîsanê saet di 14.00'an de li ber avahiya BDP'ê dest pê bike.