Ji bo piştgiriya Rojava zarokên Qendîl kampanya arîkariyê dan destpê kirin
Ji bo piştgiriya Rojava zarokên Qendîl kampanya arîkariyê dan destpê kirin
Ji bo piştgiriya Rojava zarokên Qendîl kampanya arîkariyê dan destpê kirin
Zarokên Qandîlê xebatekî bi vatedar dan destpêkirin. Komek zarokên ku li Qendîlê jiyan dikin, ji bo piştgiriya xwe ya bi Rojavare bidin diyarkirin, kampayake arikariyekî însanî dan destpê kirin.
Zarokên li Qandîlê jiyan dikin, ji bo arîkarîyê kom bikin li ser riya Ranya û Diyana sinduqên arîkariyê di destên xwe de di gerinin û wê penç rojan li cihên cuda arîkarî kom bikin. Ev hewldanên zarokan ji aliyên hemwelatiyên Başûr ve rastî eleqeyekî mezin tê.
11 zarokên ku temenê van di navbera 12 û 15’an deye bi rengekî dorveger serê sibehê seat ji 8.00’an heya êvarê seat 18.00’an komkirina arîkariyê berdevam dikin. Zarokên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê arîkariyê kom dikin, li qadên Herêma Parastinên Medyayê li cihên cuda sinduqên arîkariyê di destên xwe de di gerînin.
Ciwanên ku ji bo berxwedana li Rojava kampanya arîkirinê li Başûrê Kurdistanê dana destpêkirin dibêjin, em pir keyfxweşin ku hemwelatî eleqeyeke mezin nîşanî me didin. Ji zarokên ku kampanya yê dimeşînin Vîyan Argeş û Derya Gûltekîn daxwaz kirin ku, ji her çar beşên Kurdistanê ciwanên Kurd ji bo piştgiriya bi Rojavare bikevin nava seferberiyê.
Zarokê ku temenê van dinavbera 12 û 15 de ne 5 hezar û 200 îmzeyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom kiribûn rojên derbasbûyî de radestî Komîteya azadiya Ocalan kiribûn.
Hêjayî gotinêye ku raxmî hemû hewildan û bangawaziyên gelê Kurd hîn jî deriyê Sêmalka ji aliyên Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ve girtiye. Bi rengekî fîîlî ji aliyê hikûmet û Serokê Herêmê ve li ser gelê Rojavayê Kurdistanê amborgo têmeşandin. Levra ev hewildanên zarokên Qandîlê wê ji bo hikûmet û Serokê Herêmê wê bibe ensal yan ne, hîn mijareke gomanêye.?