Ji bo polîsên li Kurdistanê peywirê dikin 5 stêrk

Ji bo polîsên li Kurdistanê peywirê dikin 5 stêrk

Midirûyeta Emniyeta Giştî ya Tirk xelata bênhdana li otelên 5 stêrk da polîsên Tirk ên li Kurdistanê peywirê dikin.

Polîsên Tirk ên ku li Kurdistanê hema bêje di her xwepêşandan û çalakiya de suc dikin, ji aliyê Midûriyeta Emniyeta Giştî ya Tirk ve tên xelatkirin. Li gorîagahiyên hatine bidestxistin, Emniyetê 4 hezar û 500 polîsên li Bakûrê Kurdistanê bi bêhndana li otelên 5 stêrk xelat kir.

Polîsên navborî li bajarên Colemêrg, Şirnex, Sêrt û bajarên din peywir kirine û heta niha malbatên 300 ji van polîsan şandine bêhndan zivistanê.