Ji bo rizgariya bankayên Spanî 51 milyar euro pêwîst e

Ji bo rizgariya bankayên Spanî 51 milyar euro pêwîst e

Du saziyên serbixwe yên ku bi awayeke serbixwe hesabên bankayan dikin, ragihandin ku ji bo rizgarkirina bankayên Spanyayê herî kêm pêwîstî bi 51 milyar euro heye.

Şîrketa venêrînê ya DYA’yê Oliver Myman di daxuyaniya da de ragihand ku ji bo rizgarkirina bankayên Spanyayê yên bi krîzê re rû bi rû ne, pêwîstî bi 51 an jî 62 milyar euro heye. Fîrmaya Alman Roland Berger jî ragihand ku ji bo vê yekê 51.8 milyar euro divê.

Beriya niha rayedarên Ewropayî ragihandin ku ew dikarin ji bo bankayên Spanyayê 100 milyar euro vebiqetînin. Beriya vê daxuyaniyê Wezîrê Aborî yê Spanyayê Luis De Guindos got ku ew ê ji bo alîkariya ji bo rizgarkirina bankayan serlêdan bikin.