Ji bo Roboskiyan 8 hezar TL cezayê pere
Ji bo Roboskiyan 8 hezar TL cezayê pere
Ji bo Roboskiyan 8 hezar TL cezayê pere
Her çendî du sal bi ser Komkujiya Roboskî ya ku 34 zarok û ciwanên Kurd têde hatin qetilkirin, re derbas bûn, lê heta niha rejîma AKP’ê ji bo darizandina berpirsan tu tiştek nekiriye. Hat ragihandin ku ji ber bazirganiya sînor a ku di bin çavdêriya cendirmeyan de tê kirin, dewleta Tirk 8 hezar TL cezayê pere li gelê Roboskî birî.
Piştî 5’ê çileyê ANF’ê bi sernûçeya “Gav bi gav ji Roboskî ber bi Keşanê” û nûçeya rojnameya Milliyetê ya bi sernûçeya “Li Qilabanê rêwîtiya mirinê” hatin weşandin, dewleta Tirk cezayê pere li gundiyên ku bazirganiya sînor kirin birî.
Tê diyarkirin ku fermandariya qereqola Bêcuhê gundiyên Roboskî ji wêneyan nas kirie. Piştî nûçeyê qereqolê bang li Servet Encu yê ku ji komkujiya Roboskî ya 28’ê berfanbara 2011 de bi saxî filitî, Îdrîs Encu, Şeyhmus Encu û Haydar Urek kir ku bên qereqolê. Piştî ku bi rêya keya çûn qereqolê, bi hinceta qanûna pasaportê bin pê kirine her yek ji wan 2 hezar TL cezayê pere lê birîn.
ENCU: EM NIKARIN VÎ PEREYÎ BIDIN
Servet Encu ji rojnamey Milliyetê re axivî û got: “Qereqolê bangî me kir. Fermandar ji me re got ‘hûn bê naya me çima diçin’. Min jî got ‘me ji keya re gotibû ku ji we re bêje’. Fermandar got: ‘dûa bikin ku Heronan we nedtiye, an ne dê we bombebaran bikira."
Encu got: “Keya telefon kir û got bangî we dikin. Ez, Îdrîs û Şêxmus çûn qereqolê. Ji me pirsa ‘ we çima nûçegihanê Milliyetê bir’ pirsî. Me jî got ne me biriye. 2 hezar TL ceza li me birîn û ji me xwestin ku em di 15 rojan de bidin. Min jî got ku ez nikarin vê peryî bidim. 5 zarokên min hene, karek din ê min tune. Heta malek me jî tune. Ez ê pere ji kû peyda bikim?”
DI BIN ÇAVDÊRIYA DEWLETÊ DE TÊ KIRIN
Beriya nûçeya Milliyetê, dîmen û wêneyên bazirganiya sînor ên Roboskî di ANF’ê de hatin weşandin. Nûçegihana ANF’ê Nûdem Ateş bi kesên ji Roboskiyê re hevrêtî kir û sînor derbas kir. Di nûçeya bi sernava ‘Gav bi gav ji Roboskî ber bi Keşanê’, nûçegihana ANF’ê ev agahî da: “Qeçaxiya ku li herêmê yekane rêya debarê ye leşker jî dizanin. Leşkerên ku li serê çiyayên rêgeha me ne ne bi dûrbînê bi çavên xwe bi xwe komên qaçaxçiyan dibînin. Qeçaxçitiya ku mirinê jî tînin ber çavan tê kirin, li deverên nêzî sînor ne li derveyî zanîna dewletê tê kirin.”