Ji bo Rojava 7 ton derman hatin komkirin
Ji bo Rojava 7 ton derman hatin komkirin
Ji bo Rojava 7 ton derman hatin komkirin
Komek bijîşkên Kurd ên li Awûstûryayê 7 ton derman û alavên tenduristiyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê kom kirin.
Komek bijîşkên Kurd ên li Awûstûryayê ku mehek beriya niha bi alîkariya Navenda Çanda Kurd a li Viyanayê kampaniya berhevkirina derman û alavên tenduristiyê dabû destpêkirin, 7 ton derman û alavên tenduristiyê kom kirin. Dermanên nexweşiyên dil, şekir û tansiyonê, herwiha asprîn, antîbiyotîk, serom û xwarinên zarokan radestî Heyva Sor a Kurdistanê kirin da ku bişînin Rojavayê Kuristanê.
Meclîsa Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê jî sipasiya kes û saziyên ku tevlî kampanyayê bûne kir.
Organîzatorên kampanyayê gotin ku kampanya hîn didome û ji bo kes û saziyên ku dixwazin tevlî kampaniyayê bibin, ev navnîşan dan.
Navenda Çanda Kurdî (KIB) li paytexta Awûstûrya Viyana
1150 Wien- Jurekgasse26
[email protected]
[email protected]
00436889848866