Ji bo Rojava kampanya dermanan
Ji bo Rojava kampanya dermanan
Ji bo Rojava kampanya dermanan
Odeya Tabîban a Amedê û Odeya Dermanfiroşan a Amedê, ji bo Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanya alîkariya derman kir.
Odeya Tabîban a Amedê û Odeya Dermanfiroşan a Amedê, bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya Odeya Dermanfiroşan a Amedê dest bi kampanya alîkariya dermên a ji bo Rojava kir. Di civîna çapemeniyê de Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Ferat Deger, Serokê Odeya Tabîban a Amedê Kemal Karadaş û Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle (DÎTAM) Mehmet Kaya amade bû.
Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Ferat Deger daxuyanî xwend û diyar kir ku çeteyên El Nûsra li Rojava Kurdan dikujin. Deger da xuyakirin ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û destnîşan kir ku bêdengiya raya giştî ya navnetewî li hemberî vê komkujiyê, tê wateya erêkirina komkujiyê.
Deger di dewama axaftina xwe de got, "Ji bo Tirkiye û raya giştî ya navnetewî vê komkujiyê êdî bibînin û pêdiviyên lezgîn tedarik bikin, weke Odeya Dermanfiroşan a Amedê ya Herêma 11. û Odeya Tabîban a Amedê dest bi kampanya alîkariya tibî û dermanan kirine."
Deger ragihand ku Odeya Dermanfiroşan a Amedê bi saziya alîkariyê Heyva Sor re hevdîtin kiriye û lîsteya dermanên pêwîst ên ji bo Rojava ji wan xwestine û got, "Ev lîsteya alîkariya dermên wê timî bê nû kirin û di pêvajoya kampanyayê de her tim li malpera me ya înternetê bê weşandin. Em ji bendê ne ku endamên Odeyên Dermanfiroşan û Odeyên Tabîban ên Tirkiyê, piştgiriyê bidin."
Deger da xuyakirin ku dermangeha seyar a ji Yekitiya Dermanfiroşên Tirk were girtin, wê li herêmên pêwistî jê hebe, xizmetê bide û kampanya wan a alîkariya alavên tibî û dermên jî, wê di ber de dewam bike.