Ji bo Rojava kampanyayên alîkariyê bênavber didomin
Ji bo Rojava kampanyayên alîkariyê bênavber didomin
Ji bo Rojava kampanyayên alîkariyê bênavber didomin
Hewildana Alîkarî û Piştgirtiyê ya bi Gelên Sûriyeyê re ya Êlihê ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariyê kir. Hate diyarkirin ku, hemû kes dikare alîkariyên xwe bibin Sendîkaya Petrol-Îş'ê.
Hewildana Alîkarî û Piştgirtiyê ya bi Gelên Sûriyeyê re ya Êlihê ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariyê kir. Hewildanê têkildarî mijarê li ber avahiya Petrol-Îş’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî di nav hewildanê de cih digirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Êlihê Serdar Atalay, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Şaredarê Êlihê yê berê yê ji doza KCK'ê hate berdan Huseyîn Kalkan û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de “Gel birane alîkarî peywîre” hate vekirin. Li ser navê hewildanê Serokê Odeya Tabîban ê Êlihê Mehmet Demîr daxuyanî xwend diyar kir ku, hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe bi ser welatiyan re felakatan pêk tênînin. Demîr ani zıman ku, Iraq nîşaneya vê yekê ye û heman tişt niha li Sûriyeyê pêk tên.
‘EM JI DRAMA GELÊ ROJAVA RE BÊDENG NAMÎNIN'
Demîr destnîşan kir ku, ev nêzî du salane ji ber şerê li Sûriyeyê nîvê nifûsê ji welatê hatiye koçberkirin. Demîr bilêv kir ku, penaberên ji Sûriyeyê hatin Êlihê di nav şertên gelek nebaş de dijîn û ji ber vê yekê 2 zarokan jiyan xwe ji dest dan. Demîr da zanîn ku, ew wek rêxistinên saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî bê cûdahî hemû bi hev re û bi yek deng û dilî dê alîkariyê bikin û wiha got: “Em dê ji bo kesê ku li Binxetê li ber pozê me dramiyê dikişînin bê deng nemînin. Ji zaliman re û ji emperyalîstan re bila bibe înad, em dê ji malê xwe wê xwarina ku çêdibe alîkariyê bidin parvekirin. Em bi hêvî ne û diyar dikin ku, dê ev kampanya pir zêde bibe.”
Demîr ji bo alîkariyê bang li gel kir û xwest kesên xêrxwaz ku dixwazin alîkariyê bikin dikarin alîkariya xwe bînin radestî avahiya Petrol-Îş’ê bikin û got dê bi vê alîkariyê re ew kesên alîkar peywîra xwe mirovatî wijdanî bikin.
JI 10 SAZIYAN 10 QAMYON ALÎKARÎ AMADE YE
Demîr destnîşan kir ku, ji niha û pêve Odeya Tabîpan a Êlihê, Memur Sen, KESK, Odeya Dermansazan, Petrol-Îş, Odeya Esnaf û Sineatkaran, TMMOB, Genel-Îş û Weqfa Necat Nasiroglu her yekê qamyonek alîkarî deklere kirine û diyar kir ku, ew ji niha ve spasiyê xwe ji bo wan tînin ziman.
Cihê civandina alîkariyê: Avahiya Petrol-Îş e. Kes û xêxwazên ku dixwazin xwe bigîhinin cihê alîkariyê dikarin xwe bi hejmara 0534 052 84 84 bigîhinin cihê alîkariyê.