Ji bo Rojava li Silopî û Şemrexê kampanya alîkariyê

Ji bo Rojava li Silopî û Şemrexê kampanya alîkariyê

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji bo gelê Rojava konê alîkariyê hat vekirin. Li navçeya Şemrexêya Mêrdînê jî kampanya alîkariyê hat destpêkirin.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê bi boneya alîkarî û piştevaniya gelê Rojava di pêşengiya saziyên sivîl ên civakî de konê alîkariyê vedan. Komeleya Pêşxistin û Parastinê ya Silopiyê (SİLKO-DER), BDP, Egîtîm Sen û saziyên din kon hat vedan. Serokê BDP'a Silopê Muhsun Kunur û nûnerên saziyên wekî Egîtîm Sen, KURDÎ-DER, Akademiya Siyaseta Jinan ya Bêrîvan, Navenda Çanda Laleş, SES û DİVES'ê jî amade bûn.

Serokê SÎLKO-DER'ê Selîm Taşkin daxuyanî da û diyar kir ku, ji bo êşa gelê Rojava pariyekî be jî derman bikin alîkariyê kom dikin û xwest her kes piştgiriyê bide kampanyayê. Piştre ji bo alîkariyê biroşurên destan hatin belavkirin.

LI ŞEMREXÊ JÎ KAMPANYA

Li navçeya Şemrexêya Mêrdînê jî di pêşengiya BDP'ê de kampanya alîkariyê hat destpêkirin. Di kampanya alîkariyê de Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, Rêveberên BDP'ê û Şaredarê Şemrexê Hasip Aktaş û gelek kesên din amade bûn. Serokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz diyar kir ku, li navçeyên Mêrdîn û navenda Mêrdîn kampanya alîkariya Rojava dane destpêkirin û xwest hemû gelê Kurd li hemberî vê yekê bi hîstyar tev bigere.