Ji bo 'şehîdên' Êzidî yên li Rojava, li Elmanyayê çalakiya bîranînê

Ji bo 'şehîdên' Êzidî yên li Rojava, li Elmanyayê çalakiya bîranînê

Ji bo Dildar Fadil Eyub ê di şerê 15'ê Tebaxê yê navbera hêzên YPG û Eniya El Nûsra de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hude/Altmoorhausen ê Elmanyayê sersaxî tên qebûlkirin.

Dildar Fadil Eyup di sala 1992'an de li gundê Birnuh ê Serêkaniyê weke zarokê malbateke Êzidî hat dinyayê. Dibistanên seretayî û navîn li Serêkaniyê xwend û dema li Zanîngeha Şamê di beşa felsefeyê de perwerdeya xwe ya hîndekariya bilind didît şer derket û li ser vê yekê tevlî refên YPG'ê bû.

Bi vê armancê malbata Eyub konê sersaxiyê danî û PYD û Federasyona Kurdên Êzidî FKE banga beşdariyê kirin. Di merasîmê de wê herdu birayên Mirad û Elî Sehdo Biro yên Êzidî ku li Esendiyê ji aliyê çeteyên El Nûsra ve hatin kuştin, werin bîranîn.

FKE di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku Eyub û Biro xwedî li axa xwe derketine, di vê oxirê de canê xwe dane û banga xwedîderketina li şoreşa Rojava kir.