Ji bo Şengal û Rojava li Wanê kermes hat vekirin

Ji bo Şengal û Rojava li Wanê kermes hat vekirin

Bi armanca piştgiriya ji Şengal û Rojava re li Wanê ji aliyê MEGAM-DER û YODER ve kermes hat vekirin.

Ji aliyê MEGAM-DER û YODER ve bi armanca piştgirîdayîna Şengal û Rojava li Kolana Sanat kermes hat vekirin. Serokê DBP a Wanê Musa Îtah, endamê Meclîsa partiya DBP’ê Ramazan Yildiz kermes ziyaret kirin û piştgiriya xwe dan nişandan.

Îtah di axaftina xwe ya vir de diyar kir çeteyên DAIŞ li Rojava û Şengalê komkujî pêk anîne û bang li tevahî gelê Kurd kir ku tevlî kampanyaya alîkariyê bibin.

Wê kermes sê rojan vekirî bimîne.