Ji bo serbest berdana dayîka Solînê serî li dadgehê dan

Ji bo serbest berdana dayîka Solînê serî li dadgehê dan

Ji bo dayîka Solîna biçûk û Alîkara Şaredarê Cizîrê Hanim Onur serbest bê berdan li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê serlêdan hate kirin.

Parêzera Alîkara Şaredara Cizîrê Hanim Onur ya ku ji sala 2011'an ve hate niha girtiye Canan Atabay ji bo muwekila wê bê berdan daxwazname da 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Atabay di daxwaname da dadgehê de diyar kir ku, keça Onur Solîn salek berê bi nexweşiya losemiyê ket û kurê wê Mîthat ê ku 8 salî jî nexweşê epîlepsiyê ye. Di daxwaznameyê de hat gotin ku ji ber ku dayîka Solînê girtiye bersivek erênî dane dermankirinê û di demên dawiyê de jî trawmaya psîkolojîk dijî. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku, Hanim Onur serbest bê berdan û li cem zarokên xwe yên nexweş cih bigire.