Şîrketa çêkirina rêzefilman Game fo Thrones ku di cîhanê de navdar e, gava ku di perdeyek a rêzefilmek de dîmena ku rûyê Serokê berê yê DYA’yê George W Bush li ser mûmyayek hatiye danîn û bi rimê di destê wî ve serke jêkirî heye weşand. Piştî ku çapemenî cih da vê yekê, derhêner û şîrket neçar man ku lêborînê ji Bush bixwazin.
Her çendî tenê serê Bush ji bo mûmyaya di rêzefilmê de hatiye bikaranîn, piştî ku derket ser televîzyonan, ji aliyê temaşevanan ve hat dîtin ku wêneyê Buhs e.
Çêkera rêzefilmê HBO di daxuniya weşande vê yekê weke “bêrêzî” bi nav kir û diyar kir ku karanîna serê Bush bi tu awayî nayê qebûflkirin. HBO, ji berpirs û derhênerên vê rêzefilmê xwest ku di demek zû de lêborînê bixwazin û diyar kir ku dê ev perde di DVD’yan de cih negire.