Ji bo Serokatiya Şaredariya Îdirê Huseyîn Malk hat hilbijartin
Ji bo Serokatiya Şaredariya Îdirê Huseyîn Malk hat hilbijartin
Ji bo Serokatiya Şaredariya Îdirê Huseyîn Malk hat hilbijartin
Piştî ku Şaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş ji wezîfeyê hat girtin, di encama dengdana li meclîsa şaredariyê de endamê meclîsê yê BDP'yî Huseyîn Malk ji bo Serokatiya Şaredariya Îdirê hat hilbijartin.
Piştî ku Wezareta Karên Hundir ji ber diyarbûna cezayê girtinê yê der heqê Şaredarê Îdirê yê BDP'yî Mehmet Nûrî Guneş de Guneş ji wezîfeyê girt, li meclîsa şaredariya Îdirê ji bo hilblijartina şaredarê nû dengdan hat kirin. Di hilbijartina li odeya meclîsê ya şaredariyê de, Cîgirê Şaredar Huseyîn Malkl, endamên meclîsê yên BDP, MHP û AKP'ê amade bûn. Di hilbijartina ku Serokatiya Meclîsê Çîgdem Yilmaz kir, di her du tûrên destpêkê de piraniya dengan nehat bidestxistin, lewma hilbijartin ji tûra sêyemîn re ma. Di tûra dawî de jî endamê meclîsê yê BDP'yî Huseyîn Malk 13 deng stend û weke Şaredarê nû hat hilbijartin. Endamê Meclîsê yê MHP'yî Atalay Sever jî bi 11 dengan winda kir.
Malk, piştî ku hat hilbijartin li meqama serokatiyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Malk got, "Weke ku tê zanînd, di hilbijartinên herêmî yên 2009'an de, li gel serokê me Birêz Mehmet Nûrî Guneş em bi ser ketibûn. Di encama operasyonên siyasî yên 21'ê Çileya 2010'an de şaredarê me hatibû binçavkirin û di 24'ê Çileya 2010'an de hatibû girtin û li Girtîgeha Girtî ya Erziromê hatibû bicihkirin. Serokatiya Birêz Mehmet Nûrî Guneş heta 3'ê Cotmeha 2013'an dewam dikir. Lê belê, herî dawî bi biryara Serokatiya Daîreya 8. a Dadgeha Şêwirmendiyê re, Wezareta Karên Hundir bi rêya Walîtiyê ji me re ragihand ku wezîfeya serokatiyê ya Birêz Mehmet Nûrî Guneş bi dawî bûye. Di çarçoveya vê biryarê de me jî bang li hemû endamên xwe yên meclîsa şaredariyê kirin, ku bi awayekî awarte bicivin. Di encama hilbijartineke demokratîk û adil de, wezîfeya Serokatiya Şaredariyê ya ji bo 6 mehên pêş, heta 30'ê Adara 2014'an, ji min re hat dayîn. Ez jî ji ber dayîna vê wezîfeyê, malîavahiya hemû endamên xwe yên meclîsê dikim."