Ji bo şervana YPG’ê Ronahî konê şînê hat vedan
Ji bo şervana YPG’ê Ronahî konê şînê hat vedan
Ji bo şervana YPG’ê Ronahî konê şînê hat vedan
Li navçeya Bismilê ya Amedê ji bo şervana YPG'ê Xedra Erkek (Ronahî Efrîn) ku di encama pevçûna navbera YPG û çeteyên El Nusra de jiyana xwe ji dest dabû konê şînê hat vedan.
Ji bo şervana YPG'ê Xedra Erkek (Ronahî Efrîn) li Taxa Sanayî ya navçeya Bismila Amedê konê şînê hat vedan. Bi sedan kes, endamên BDP'ê, MEYA-DER'ê tevlî taziyeyê bûn. Dayîka Xedra Erkek, Katîbe Erkek axivî û wiha got: "Bila serê hemû gelê Kurd û serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be. Zarokên min ji bo axa Kurdistanê canê xwe feda kirin. Bi saya wan em serbilind in."
Birayê Xedra Erkek, Omer Erkek anî ziman ku, ji ber zextên dewletê ji Mêrdînê koçberî Bismilê bûne û wiha got: "Piştî ku xwişk û birayên min tevlî PKK'ê bûn zextên dewletê zêde bûn. Dewletê em gund derxistin, berê em sirgûnî Bismilê piştre sirgûnî Îzmîrê bûn. Hê jî li hember me zextên dewletê didomin. Çend demjimêr piştî terk kirina gund, bombe avêtin mala me. Ger em wê demê li mal bûna, hemû dihatin kuştin."
Erkek da zanîn ku, ji ber ku kurd in, ev zilm tê serê wan û wiha got: "Di vê têkoşînê de 3 xwişk û birayên min şehîd ketin. Dewlet çiqasî zilmê bimeşîne jî em ê doza şehîdên xwe bidomînin. Em li hember dewletê serî natewînin. Dê heta azadiya gelê Kurd têkoşîna me bidome."