Ji bo şervanê El-Ekrad Rêber Îso merasîm
Ji bo şervanê El-Ekrad Rêber Îso merasîm
Ji bo şervanê El-Ekrad Rêber Îso merasîm
Saziya Malbatên Şahîdan a Kobanê bi merasîmekê ragihand ku şervanên Eniya El-Ekrad Rêber Îso di pevçûnên li Reqayê de jiyana xwe ji dest daye.
Merasîm li gundê Tel Xezal ê başûrê Kobanê ku Rêber lê ji dayîk bûye bi beşdariya hezaran kesî hate li darxistin. Di merasîmê de bi sedan berpirsyarên saziyên sivîl û rêxistinên siyasî amadebûn. Piştî merasîma rêzdirtinê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto, li ser navê malbata şervanê El-Ekrad Rêber Îso Mehmûd Îso, li ser navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Kîlo Îsa, li ser navê PYD’ê Cîhan Mihemed, Hevserokê Meclîsa Gel a Kobanê Ehmed Şêxo û li ser navê TEV-DEM’ê Mehmûd Beşîrî Beşar axivîn. Di axafinan de bal hate kişandin ser rola şehîdan di parastina nirxên civakê de û êrîşên komên çete yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin.
Merasîm bi diruşmeyên ‘‘Şehîd namirin’’ bi dawî bû.