Ji bo şervanê YPG’ê Mêrxas mewlûd hate dayîn

Ji bo şervanê YPG’ê Mêrxas mewlûd hate dayîn

Li navçeya Erdîş ya Wanê ji bo şervanê YPG’ê Bîlal Çoksu (Mêrxas) ku di encama pevçûnên bi komên çete re li Rojava jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hate dayîn.

Ji bo şervanê YPG'ê Bîlal Çaksu (Mêrxas) yê li gel 9 hevalên xwe di şerê çeteyên Dewleta Iraq û Şamê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Erdîşa Wanê konê sersaxiyê hat vedan. Malbatê piştî agahiya kurê xwe bihîst, konê sersaxiyê vekir. Di konê sersaxiyê de rêveberên BDP, MEYA-DER û gelek welatî amade bûn û ji malbatê sersaxî xwestin.

Li konê sersaxiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG'ê Çoksu hatin vekirin. Heyeta serdana kon kirin, deqîqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Berdevkê MEYA-DER'a Erdîşê Zeynel Abidin Çagan axaftin kir û wiha got: "Şehîdên me yên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, ne tenê şehîdê gelê Kurd şehîdê demokrasiyê yên Rojhilata Navîn in. Şehîdê hemû kesên pêdiviya wan ji demokrasiyê heye yê tevan e. "

Serokê BDP'a Erdişê Abidin Încî jî anî ziman ku, êşa malbata Çaksû êşa hemû gelê Kurde û têkoşîna azadiya gelê Kurd yekpare ye. Încî xwest her kes baş bizane ku êşa perçeyekî êşa çar perçeyane û hemû perçe yek in.

Bavê Çoksu Abdulhamit Çoksu jî anî ziman ku, kurê wî li dijî dewleta ku xwest rûmetê binpê bike şer kir û li ser şeref û rûmeta xwe ji yana xwe ji dest da. Çaksu da diyarkirin ku, kurê wî ji bo gelê Rojava û gelê Kurd li ber xwe da û li ser şeref û armanca xwe jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku, cenazeyê Çoksu hêj li Rojava ye. Malbata Çoksu ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin ketin nava hewildanan.