Ji bo şervanên YPG’ê Îbrahîm û Ela Qasim merasimên bi heybet

Ji bo şervanên YPG’ê Îbrahîm û Ela Qasim merasimên bi heybet

Li bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes tevlî merasîmê definkirina şervanê YPG'ê Ubêd Îbrahîm ê ku di pevçûnên li Serêkaniyê birîndar bibû û piştre jiyana xwe ji dest da bû. Di merasîmê de axaftinên siyasî hatin xwendin, 4 zarokên şervanê YPG'ê Ubêd Îbrahîm û bi taybet kurê wî yê 11 salî li pêşiya cenazeyê bavê xwe meşiyan. Cenazeyê şervanê YPG'ê û Endamê Partiya Demokrat  Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (PDPKS) Ela Qasim li Qamişloyê bi girseyî spartin axê.

Duh li bajarê Dirbêsiyê bi hezaran kes ji saetên sibê ve berê xwe dan ocaxa tenduristiyê ya bajêr, ku cenazeyê şervanê YPG'ê Ubêd Îbrahîm lê bû. Girseya gel di saetên beriya nîvro de darbesta şervanê YPG'ê Ubêd Îbrahîm li ser milan kirin û bi karwanekî girseyî di nava kolanên Dirbêsiyêre birn ber bi çerxeriya Serêkaniyê ku navê bûye meydana Şehîdan û li wir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgitinê dest pê kir. Piştre Yekîneyên Parastina Gel(YPG) merasîma leşkerî li dar xist, piştî axaftinên siyasî hatin kirin.

 Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Cûdî axivî û  berxwedana li Serêkaniyê ku li hember komên çete hate meşandin her wiha berxwedana Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan silav kir û da zanîn ku Ocalan, tevî hemû zehmetiyan berxwedana man û nemanê ji bo gelê kurdistanê dike. Zelal komên çete ku bi destek dayina Tirkiyeyê êrîşî gelê kurd li Serêkaniyê kir û neha jî li taxên kurdan yê Helebê di pevçûna wan û rêjîmê de komkujî li dijî gelê me yê sivîl li Eşrefiyê pêk hatin şermezar kir. Cûdî Di dawiya axaftina xwe de balkişand ku YPG'ê tu carî êrîşî kesî nake lê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşkara derdikeve.    

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ekrem Mihemed Emîn Rece axivî û diyar kir ku beşdariya gel di merasîma de girêdana gelê kurd a bi Serêkanyê re û berxwedêrên YPG'ê re dide nîşandan. her wiha Receb dazanîn ku ewê heta nefesa xwe ya dawî li ser şopa şehîdan bimeşin. Piştî Receb xuşka şervanê YPG'ê Ubêd Îbrahîm Sumeya Îbrahîm axivî û da zanîn ku Ubeyd ne tenê kurê malbatê tenê ye, kurê hemû Kurdistaniyên bi rûmet e. Her wiha Îbrahîm got'' em bi birayê xwe pir serbilindin'' û bi hêrs û girî ji ser dika merasîma peya bû.

 Piştî Îbrehîm Endamê Partiya Çep a dumuqratîk Mehmûd Osê axivî û da zanîn ku şehîd rûmeta gelê kurd e û bal kişand ku hemû kesên li Serêkaniyê şehîd ketine rumeta gelê rojava nivîsandine. Osê berxwedana şervanên YPG'ê silav kir û komên çete yên ku ji aliyê Tirkiyê ketine Serêkaniyê şermezar kir û wan wek dij mirovahiyê bi nav kir.

Piştî Osê Numan Erebo Serokê Meclisa Gel a Dirbêsiyê axivî û komkujiya li Eşrefiyê şermezar kir û dazanîn ku komên ku li Serêkniyê bin ketine êrîşî taxên kurdan li Helebê dikin, dixwazin binkeftina xwe ya li Serêkaniyê li wir tewîz bikin. Her wiha Erebo bal kişand ku gelê kurd bi yekîtiya xwe ya di bin Sîwana Desteya Bilind e  destnîşan kir û YPG'ê wek hêza xwe ya parastinê ava kir. Di dawiya axaftina xwe de Erebo got'' emê bi saya şehîdên xwe li vir kombûne û emê bi keda wan azad bibin''.

Piştî Erebo li Ser navê navenda Zelal a hunerê helbestvanê kurd Qasim Zêneldîn helbestên li ser şehîdên Serêkaniyê û berxwedana YPG'ê gotin. Di dawiya merasîman de li ser navê Saziya Zimanê Kurdî Bedran Penaber axivî û berxwedana şehîdan li gelê kurd pîroz kir.

Piştî ku merasîm bi dawî bû cenazeyê Ubêd Îbrahîm bi kerwaneke wesayitan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê berkevirê û li wir ji aliyê hezaran ve spartin axê.

Şervanê YPG'ê Ubêd Îbrahîm Hisên di sala 1976 li bajarê Amûdê jidayik bûye, navê dayika wî Sidiyaye ji şîniyên taxa Kena'is a Serêkaniyê ye, zewciye û bavê 4 zarokane.

ELA QASIM LI QAMIŞLOYÊ SPARTIN AXÊ

Li Qamişlo bi hezaran kesî cenazeyê şervanê YPG'ê û Endamê Partiya Demokrat  Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (PDPKS) Ela Qasim yê ku di 24'ê çileyê de di pevçûnên li Serêkaniyê ku di navbera YPG'ê û komên çete yên bi alîkariya Tirkiyeyê ketin bajêr de birîndar bibû û li nexweşxaneya Qamişlo jiyana xwe ji dest da, duh bi merasîmekê girseyî oxirkirin. 

bi hezaran kesî cenazeyê şervanê YPG'ê û Endamê Partiya Demekratê Pêşverû ya kurd li Sûriyeyê (PDPKS)  Ela Qasim, ji mizgefta Qasimo li ser milan kirin û bi karwanekî bi heybet birin navenda partiya PDPKS'ê ya li ser kolana Siyahî. Li ber navenda bîroya PDPKS'ê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştrî ku merasîma leşkerî ji aliyê YPG'ê hate lidarxistin, endamê Desteya Bilind a Kurd Îsmaîl Hemê axvî û diyar kir ku komên çete yên bi alîkariya Tirkiyeyê ketine Serêkaniyê ne ji bo azadiyê hatine. Her wiha Hemê balkişand ku  gelê me li himber van komên çete berxwedaneke mezin destnîşan kirin.

Piştî Hemê Serokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdilselam Ehmed axivî û da zanîn ku berxwedana YPG'ê û gelê Serêkaniyê ya li himber komên çete dan meşandin, hewldanên dagirkeriyê ya dewleta Tirk, ku bi destê komên çete hate meşandin vala derxistin.

Her wiha Ehmed diyar kir ku vîna gelê kurd tucarî naşike û wê di hemû nîran de li ber xwe bidin û wa didin. Di dawiya axaftina xwe de Ehmed bang li koalîsyona Sûriyeyê ya muxalif kir ku li gorî şoreşa gelê Sûryê tevbigerin û ji gel re bibin bersiv. Heta ku karibin rêjîma Bass hilweşînin. Her wiha di merasîmê de nûnerê PYD'ê, Yekîtiya Star, YPG'ê, PDPKS'ê û saziya Malbatên Şehîdan axaftin kirin û diyar kirin ku Qasim şehîdê hemû gelê kurde. Piştre li ser navê Malbata Qasim axaftin hate kirin û berxwedana YPG'ê li Serêkaniyê hate silav kirin û banga yekîtiya gelê kurd hate kirin.

Piştî ku merasîm bi dawî bû merasîm bi kerwanekî wesayitan ber bi gundê Qermanê yê Dirbêsiyê bi rê ket, li goristan gund  spartin axê.