Ji bo şervanên YPG’ê li Wanê oxirkirina bi heybet

Ji bo şervanên YPG’ê li Wanê oxirkirina bi heybet

Şervanên YPG’ê Îsa Abukan (Rojvan Devrîm) û Şakir Arslan (Firat Ergîn) li Wanê bi merasîmeke cenaze ku bi dehhezaran kes beşdar bûn ber bi rêwitiya dawî ve hatin rêkirin.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Îsa Abukan (Rojvan Devrîm) û Şakir Arslan (Firat Ergîn) ên li herêma di navbera Çiyayê Şengal û Rojava de jiyana xwe ji dest dan ji Saziya Tipa Edlî ya Amedê bi karwanekî wesayîtan gihişt Wanê. Cenazeyên Şervanên YPG’ê bi karwanekî bi sedan wesayîtan hatin pêşwazîkirin û anîn qada Karşîyaka Beşyol. Girseya bi dehhezaran bi dirûşmayên “Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe gor”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” cenaze anîn goristana Karşiyaka.

Di meşa nêzî 3 km de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arslan û Abukan ên YPG’yî û alên YPG û PKK’ê hatin hildan. Di merasîma cenaze de Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Cuneyt Canîş, Serokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Musa Îtah, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan û xizmên şervanên şervanên YPG’ê jî di meşê de amade bûn.

Piştî cenaze hatin definkirin Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer got ku wê xwedî li bîranîna YPG’yiyên ku li dijî komkujiyên AKP û DAIŞ li ber xwe didin derkevin û wiha axivî: “Ji bo em belaya DAIŞ têk bibin em xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin. Şehîd rûmeta gelê Kurd e.”

Piştî Uçer xizmên YPG’yiyan jî gotin “Şehîd ên tevahî gelê Kurdistanê ne.”