Ji bo şoreşgera enternasyonal Andrea Wolf bîrdarî

Ji bo şoreşgera enternasyonal Andrea Wolf bîrdarî

Bîrdariya ji bo 24 gerîlayên PKK'ê yên di şerekî li navçeya Wan Şaxê de di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hat vekirin. Li 'Goristana Şehîdan' navê gerîlaya PKK'ê ya Elman Andera Wolf (Ronahî) hat lêkirin.

'Goristana Şehîdan a Ronahî' ku ji bo bîranîna 24 gerîlayên PKK'ê yên di şerekê 23'ê Cotmeha sala 1998'an ê li bejahiya gundê Kelahêrê yê navçeya Wan Şaxê jiyana xwe ji dest dan hat çêkirin, bi beşdariya rayedarên BDP, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatiyan hat vekirin.

Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê ya Bajarê Wanê û avahiyên BDP'ê yên navçeyan li hev kom bûn, çûn gundê Kelahêrê û piştî meşeke dirêj xwe gihandin qada bîrdariyê. Girseya gel li ber devê gundê Narli ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin, yek bi yek di kontrola nasnameyan de hat derbaskirin û ji aliyê polîsên sivîlên ên li ser avahiya Emniyeta Çatakê ve bi kamerayê dîmenê wan hat kişandin.

Di merasîma vekirina bîrdariyê de li gel Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar, Şaredara Elbakê Elem Açikalin, endamên MEYA-DER, GOÇ-DER, Dayikên Aştiyê û Meclîsa Giştî ya Bajêr hejmareke zêde welatî amade bûn. Girseya gel li qadeke 2 kîlometre durî cihê bîrdariyê kom bû û ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz girt. Di dema rêzgirtinê de sirûda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin. Girseya gel piştre bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em kîne, em Apocî ne", "Ey şehîd rêya te rêya me ye", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Şehîd Namirin" dest bi meşa ber bi bîrdariyê ve kir. Di dema meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz, Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Andresa Wolf (Ronahî) hatin hilgirtin.

'EV ME MINETDARÊ WÊ YE' 

Li bîrdariya 3 metre mezin ala PKK'ê hat daliqandin û vekirin ji aliyê rêveberên MEYA-DER'ê ve hat kirin. Li ser bîrdariya ji bo Wolf hatiye çêkirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullanh Ocalan û Wolf cih digirin. Her weha li ser bîrdariyê helbesta , "Wê ruhê xwe yê şîrîn di ber gelê Kurd de da. Heta ev gel hebe dê minetdarê wê be" û navên gerîlayên PKK'ê yên cenazeyên wan li goristanê hatine veşartin, hat nivîsandin.

Li dû vekirina bîrdariyê Hevserokê MEYA-DER Şaxê Wanê Salih Kaplan peyivî û got, "Bi saya Rêber Apo û Ronahiyan em hatine heta van rojan. Kurd îro bi ti awayî ji AKP û dewletê bawer nakin. Êdî kes nikare Kurdan bixapîne." Kaplan diyar kir ku gelê Kurd bi salan rastî zilm û neheqiyê hatiye û Andrea Wolf a Elman ku ev rastî dît, tev li refên PKK'ê bû û têkoşiya.

Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar jî bibîr xist ku Andrea Wolf Elman e û got, "Lê belê, wê zilma li gelê Kurd dihat kirin dît û ji bo li cem ciwanên Kurd cihê xwe bigire li Elmanyayê hat. Ne tenê ji Elmanyayê, ji her welatî mirov beşdarî refên PKK'ê bûne. Ji ber ku PKK tevgereke enternasyonal e û xîtabî tevahiya cîhanê dike."

Di dema merasîmê de 3 gerîlayên HPG'ê hatin qada çalakiyê. Li ser navê koma gerîlayên HPG'ê axaftinek hat kirin û hat gotin, "Bi armanca rawestandina polîtîkayên qirêj ên li dijî gelê Kurd bi salane tên meşandin, ciwanên Kurd dan dû Rêber Apo û têkoşiyan. Nirxên me yên herî mezin, şehîdên me ne. Ji ber vê yekê, em di oxira wan de çi bikin jî, dê kêm be. Hevala Adrea Wolf jî rengîniya me û enternasyonalbûyîna tevgera me nîşan dide. Hevala Adrea ji aliyê dijmin ve hat qetilkirin. Û bi rêbazeke qet ne li gorî exlaqê şer e. Li vê derê li ser navê hevala Adrea bîrdariyek hat çêkirin. Em dixwazin ew bizanibe ku emê wê ti carî ji bîr nekin."

Piştî axaftinan, girseya gel dûa kir û li dora bîrdariyê geriya. Di "Goristana Şehîd Andrea Wolf" tevî gora gerîlayê PKK'ê Hozan Hogir jî heye.