Ji bo Tabûra Garê veguhastina leşkerî
Ji bo Tabûra Garê veguhastina leşkerî
Ji bo Tabûra Garê veguhastina leşkerî
Liv û tevgera leşkerî ya li Colemêrgê di van rojên dawî de zêde bû. Piştî ku duh 70 wesayitên leşkerî sewqî Tabûra Komando ya Tûgaya Colemêrgê hatin kirin, li Şemzînanê jî 20 wesayîtên leşkerî yên bi navê Kirpî sewqî tabura Garê hatin kirin.
Li gorî çavkaniyên ku ji herêmê bi dest ketine şeva 29’ê Tebaxê di navbera saetên 21.00 -22.00’an de 20 maşînên zirxî yên bi navê Kirpî sewqî tabura Garê ya Şemzînanê hatine kirin.
Duh jî karwanek ji 70 wesayîtên leşkerî sewqî Tabûra Komando ya Tûgaya Colemêrgê hatibun kirin.