Ji bo Talip Ersoz li Bremenê Sersaxî
Ji bo Talip Ersoz li Bremenê Sersaxî
Ji bo Talip Ersoz li Bremenê Sersaxî
Talip Ersoz ê bavê Gerînendeya berê ya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetelî Ersoz e, li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Firatê jiyana xwe ji dest da. Ji bona Ersoz li bajarê Elmanya Bremenê cihê sersaxî yê hate vekirin.
Birayê Talip Ersoz Fevzî Ersoz û xizmên wî li bajarê Bremenê li mizgefta Seîdê Kurdî sersaxiyan qebûl dikin. Duh gelek Kurdistanî çûn sersaxiya malbatê, hate zanîn ku wê sersaxî 3 rojan berdewam bike.
Talip Ersozê ku di temenê 75 salî de çavê xwe ji jiyanê re girt, du zarokên wî di nava refên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Gurbetelî Ersoz (Zeynep) di sala 1993’an de Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Piştî ku di sala 1994’an de hate girtin, di sala 1995’an de tev li nava refên PKK’ê bû. Di Tîrmeha sala 1997’an de bi 26 hevalên xwe yên jin re jiyana xwe ji dest da.
Kurê wî Doxtor Orhan Ersoz (Dr. Agir) jî, di sala 1994’an de li navçeya Amed Licê di encama pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû.