Dadgeha Iraqê ceza dardekirinê li Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî yê ku ji ber bûyerên bombeyî yên li Iraqê pêk hatin tê tawanbarkirin, birî.
Di rûniştina dozê ya li paytext Bexdayê pêk hat de, biryar hate dayîn. Dadgehê Tariq Haşimî tawanbar kir û cezayê dardekirinê lê birî. Di biryara dadgehê de hat gotin; “Tariq Haşim ê ku tawabar e, bi cezayê mirinê hatiye mehkûmkirin.
Tariq Haşimî, piştî ji aliyê hukûmeta navendî ya Iraqê ya Nûrî El Malkî yê ku Şiî ve bi plankirina êrîş û cinayetên li hemberî Şiîyan hate tawanbarkirin, li Herêma Kurdistanê bi cih bû. Hukûmeta Malikî gelek caran daxwaza radestkirina Malikî kir, lê Hewlêrê da zanîn ku heta ew garantiya dadgehkirinek adil negirin, ew Haşimî radest nakin.
Piştî Herêma Kurdistanê, Haşimî çû Tirkiyeyê . Haşimî di bernameyek a BBC de dabû diyarkirin ku ger dadgehkirinek adil pêk bê ew amade vegere Bexdayê.