Li Yemenê hin çekên ku tê gotin ên ji Tirkiyeyê hatine girtin. Derbarê çawa ev çek hatine hundirê welat de lêpirsîn hate destpêkirin.
Li gorî nûçeyek a Ajansa Nûçeyan a Farsê, li Eyaleta Hadîde ya Yemenê di qûtiyên biskuwiyan de çekên hatibûn veşartin ku ji Tirkiyeyê hatibûn şandin hatin edîtin. Hate diyarkirin ku hukûmeta Yemenê derbarê vê yekê de lêpirsîn da destpêkirin û ji bo lêpirsînê komîsyonekê ava kir.
Wezîrê Parastinê yê Yemenê van rojên borî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku li Eyaleta Hadîdeyê konteynirek tije çek hatiye desteserkirin û ev çek hemû ji Tirkiyeyê hatine.
Ajansa nûçeyan a Farsê dibêje”Tirkiye li Iraq û Sûriye, ketiye nava lîstokên xeter ên Erebîstana Siûdî, Qeter, Îngilîstan û DYA’yê. “
Wezareta Derve ya Tirk jî dabû diyarkirin ku ji bo veguhestina van çekan tu destûrek ji Tirkiyeyê nehatiye girtin.