Ji bo vegera gundan, çareseriyek çawa?
Ji bo vegera gundan, çareseriyek çawa?
Ji bo vegera gundan, çareseriyek çawa?
Ji bo çanda çandinî - lawirvaniyê û êrîşên li ser vê çandê were fêmkirin, divê ji bo pirsgirêkên bingehîn ên vegera gundan, rêya rast a çareseriyê bên destnîşankirin.
Di beşên berê me dayîn de, bi awayekî giştî me girtibû dest. Lê ji nûve em bibîrbînin wê baş be. Gund û çandinî, beriya milyonan salan bi awayekî zanistî derket û tenê wek cihekî bejahiyê û hilberînên aboriyê derket holê û pêş ket. Çanda gundan koka mirovahiyê vedibêje. Bi awayekî watedar mirov û xwezaya civakê, bi çanda gund re pêş ketiye.
Bi awayekî herî giran şaristaniyên dewletperes, hiyeraşîk û qonaxên feodalizmê, xwestine wateya gund û çandiyê bi bajar û dewletê ve girê bidin.
Modela netew-dewletê ya modernîteya Kapitalîst li ser bingehê ku nirxê aborî, ked û hêza çanda çandinî-gund xesp bike hatiye avakirin. Her tim bi êrîşên ku, birine ser çanda gund û çandiyê xwe berdewam kirine. Finaseya kapîtal û neo-lîberalizmê jî her tim di nava cewherê sistema Kapitalîst de li pey mîrateya rafine, çanda gund û çandiniyêye. Li ser vê bingehê şîrket cewherê gund û hilberînê vala dikin.
Bêguman bi derketina dewletê re, çanda gund û çandiniyê bi berxwedaneke binirx hebûna xwe daye berdewamkirin. Lê belê li hemberî qonaxa dawî ya modernîteya kapitalîs Neo-lîberalîzmê bêbandor bûye û hatiye sînorkirin. Bi aweyekî kevneşopiya ciwakê û aboriyê çanda çandinî, lawirvanî û gund di roja me de bi êrişên li avahiyên wê re gelek lewaz bûye. Bi van rastiyan re divê çareseriyek bi kok ji bo mijara vegera gundan û tevahîbûna erdnîgariya, dîrok, civak û çandî ji di nav de bê afirandin.
Ev jî bi tenê mirov dikare, di çarcoveya çareseriya modernîteya demokratîk de bigre dest. Yanî pirsgirêk tenê bi awayekî fizîkî vegera gund û avakirina gundan nîne. Yê çawa çêbibe? ji bo çi armancê û armanc, rê, şêwaz û teşeyên wê bingeh bê girtin.
Ji nû ve avakirina çandinî û gundan, di vê destpêkê zihniyet bê guhertin. Li ser vê bingehê, divê destpêkê jiyana civakiya bajêr, çanda wê, aboriyê wê, huner, tenduristî û perwerdeyê li navendê nebîne; divê mirov destpêkê, ji feresatên ku wek bajêr û gund wek hev dîtin û gund bi bajar ve girêdayîn dur bikevin.
Girêdayî vê ferasetê divê destpêkê rêxistinbûyîna civakê, teşfik kirin, destnîşankirina polîtîkayê, rêxistinbûyîna çavkaniyên aboriya zanîstê, kadroyan û teknîkê ku ji bo jiyana civakê giringe, biterikîne.
Tişta rast jî çanda çandinî û gund bingehe; civakbûyîn di nava vê çandê de pêşketiye û divê mirov bizane ku bajar jî berhemek vê çandê ye.
Gund û bajar; bi awayekî maqul di warê çandinî, pîşesazî û bazirganiya xwede jî nû ve pênasekirin. Li gorî vîna ji nû ve avakirin û têkiliya di navbera wan de ji nû ve sereraskirin; di vê jiyana civakê de li ser rastiya vê bingehê ji nûve bê rêxistinkirin. Ji bo gihîştina vê armancê gelek xebatên berfireh û dewlemed yên civakî divên.
Girêdayî tevahîbûna zihniyet û pratîkê, çanda gund û çandinî wê ji nûve çawa bê avakirin; bi vê bingehê wê vegera gund çawa çêbibe, wê bikarin çi bikin. Li gorî van sergotarên sereke mirov dikar wiha bigre dest.
Valederxistina siyaseta ji holê rakirina çandinî - gundan û valakirina gundan:
Di vê xebat û lêkolîna zanîstî de li ser hemû aliyên bûyerên ku bûne sedemên ji holê rakirina gundan-çandinî û valakirina gundan rê vekirî ye, bên kirin û encamên derketine bêne pêşkêşkirin. Divê civak di warê çareserkirina pirsgirêkê de bê aktifkirin û agadarkirin. Bi vê armancê divê amûrên ragihandinê bi aweyek baş bên nîrxandin û xebat ji bo film, dokumenter, cureyên spotan, dîmenî, broşûr, pirtûk, rêze nivisan bên kirin. Di der barê mijarê de semîner, konferans, cureyên mitîngan, weşan û pêşkêşî bên amadekirin.
Mekanizmeya meclîsên gel yên di bin banê rêveberiyên cewheriya demokratîka gelan de, konseyên bajaran, rêxistin li gel hemû rêxistinên civakiyên demokratîk û koman tev bigrin dest û divê bi awayekî çalak tevli çareseriyê bibin. Divê di qada herêmî, navçeyî û navnetewî de jî bi awayekî berfireh berdewam bike û xebat bên kirin.
Divê li hemberî êrîşên li ser çanda çandinî- gund de civaka demokratîk bi rêxistin û çalakiyên xwe bigihe asta paristina wê.
Divê li hember pêkanînên rê, ji valakirina gundan û ji holê rakirina çandiniyê, di pîvanek mezin li hemberî projeyên bendavên HES’ê, pîşesaziya çandiniyê, rêbazên kar, bi mebesta paristinê dagirkirina bejayî û qedexekirina zozanan, projeyên pîşesazî û bazirganiyê, madeyên ku zirarê didin tenduristiya mirov û xwezayê, derxistina petrolê tên meşandin, têkoşîn bê dayîn.
Rêxistinkirina tevgera vegera gundan:
Di mijara vegera gundan de pergala dewletperes bi awayekî neyekser û rasterast bi derxistina astengiyên, civakî di vê mijarê de di warê hişmendî, rêxistinkirin û çalakiyan de lewaz û derfetên aboriyê de kêm mayîne.
Rêxistinên Demokratîk û hawirdor jî di mijara vegera gundan de qasî tê xwestin ne xistina rojava xwe û ne afirandina çaresiyekî bi aktif û rast; xebatên wek pirsgirêkên demkî, seresere, hilberîna gelek çareseriyên bi sînor dikin. Ev pirsgirêk û nêzikbûn, wê ji bo valakirina gundan û pêşîgirtina bi awayekî giran mexdurkirina gundan a ji aliyê modernîteya Kapitalîst û netew- dewletê ve nebe bersiv.
Li gel vê gelek parêzerên ku navbeynkariyê dikin û hinek rêxistinên civakî yên têkildarin gelek rantê bidest dixin.
Ji ber vê yekê jî ne bisinor, seranser, demkî, derbaskirina rojane û pragmatik e; ji ber vê yekê biawayekî bisînor, seresere û demkî çareser nake. Lê belê tenê plan, projeye û rêxistinên gelek bi kok û berfireh dikarin çareser bikin. Li hemberî valakirina gundan, divê ji nû ve rê li pêşiya bicihbûna li gundan vekin. Ne ji gundan divê berbi gundan ve koçbibin û bên bicihkirin
Ji bo çareserkirina rast û têr a vegera gundan bikeve meriyetê û bi dirûşmeya ‘vegera welat, avakirina gundan’ bikeve jiyanê û rêxistinek civakî bên xwestin.
Tevgerek wiha ya ji bo vegera gundan û sererastkirina bajaran ne tenê ji bo organîzekirina vegera gundane.
Ji nûve dikare li ser bingeha çanda çandinî, lawirvanî û gundan bi hêzbike.
Ev tevger, ji bo pêşxistina zihniyeta çanda çandiniyê û gundan; hem dikare avakirin û kar û barê wê peyda bike. Dikare ji bo çareserkirina hemû pêdiviyên civakê, di wateyekî rast de yên weke, huner, tendurîstî, perwerde, aborî, binesazî, çûnûhatin, mîmarî, parvekirina erd, bikaranîna avê, enerjî bibe bersiv û çareseriyê bi afirîne.
Di dema vegera gund de, di qada aboriyê de çalakiyan pêwist dikarin wiha rêz bikîn.
- Di mijana vegera gunde ji bo di civakê de hestyariyê, bîr û biryardariyê bi afirînîn divê bername bên amadekirin. Bi taybet çapemeniya dîmenî di vê mijarê baş bê bi karanîn.
- Di mijara vegera gundan de, hemû kesên civakê; mexdûr, cotkar, koçer, hunermend, rewşembîr siyasetmedar, kom û pîşeyên cuda bên hişyarkrin û bên aktifkirin.
- Ji bo vegera gundan bê berfirehkirin di çarcoveya aboriya demokratîk- komûnal de kooperatif û komînên lawirvanî û çandinê bên avakirin.
- Faliyetên di der barê lawirvanî û çandiyê de divê kesên bi pîspor jê re pêşengtiyê bikin û xebatên wan bê xurtkirin.
- Ji bo projeyên vegera gundan, qada aborî bê amadekirin û di çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê de rêveberiyên herêmî dikarin arîkariyê pêşkêş bikin.
- Ji bo vegera gundan, rêxistin, plan, amadekarî, kampanya û projeyên ku çareseriyê tînin bênberfireh kirin. -Ji bo vê yekê di vê di herêm û qadan de proje û kampanya bên pêşxistin.
- Sazî û rêxistinên ku faliyetên girêdayî koç û gundan bi rêbe dibin; li ser pirsgirêkê divê hin aktîf bixebitin û çareseriyan pêşbixin.
- Di planên çalakiyên lezgin de pirsgirêkên tendurîstî, perwerde, binesazî, starbûn, hatin- çûyîn û aboriyê de bên naskirin.
- Di vê li helberî zagona dewletê ya tazmînata vegara gundan û nêzikbûnên ku ji pisgirêkên xwe direve û istimarkirinê têkoşînekî bi bandor bê meşandin.
- Ji bo pêvajo serbikeve, divê nêzîkbûnên herêmên stratejîk û proje bên pejirandin. Ji bo ev yek bikeve jiyanê herî zêde herêmên pêwist pêşengî bê kirin.
Xebatên ku ji bo vegera gundan tên kirin, çanda çandinî-lawirvanî û gundan ji nûve avakirin bi rastiya wê re di vê bê dest girtina.
Divê feraseta xebatên jiyana Komunal-kolektîf bên avakirin. Ango di vegera gundan de ji nûve avakirina civaka exlaq û politîk, rolekî giring digere û li gorî vê ferasetê, rê û rêbaz, rêxistinkirin, pîvan, amîr û model esas bên girtin.