Li Libnanê eşîra Şîî ya herî bi bandor eşîra diyar kir ku wan duh 20 endamên Artêşa Suriyeyê ya Azad revandine. Di nava kesên hatine revandin de welatiyekî tirk û yek jî yê Siudî heye. Eşîrê diyar kir ku heta ku endamê wan yên eşîretê ku ji aliyê muxalîfên Suriyeyê ve hatiye revandin serbest neye berdan dê çalakiya xwe dîlgirtinê bidomîne. Wezîrê Derve yê Libnanê Ednan Mensur bi endamekî eşîrê re bi telefonê axivî û hate hînbûn ku eşîrê diyar kiriye heta ku endamê eşîra wan neyê berdan dê welatiyê tirk nedin tu kesî.
Meha borî endamekî eşîra Mîqdad yê bi navê Hesen Mîqdad li Suriyeyê ji aliyê Artêşa Suriyeyê ya Azad ve hatibû girtin û di nava xwînê derxistibûn pêşberî kamereyan û diyar kiribû ku lîderê Hîzbulahê Nasallah ew şandiye Suriyeyê.
Birayê Hesen, Xatîm Mîqdad daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên eşîra wan rojek berê 20 endamên muxalîfên Suriyeyê ku di nava wan de yek welatiyê tirk û yê din jî yên Siudî Erebîstanê rehîn girtine. Mîqdad da zanîn ku heta birayê wî neyê mala xwe dê van rehînan bernedin.
Hatîm Mîqdad diyar kir ku di nava rehînan de welatiyekê Tirk ê bi navê Aydin Tufan Tirk heye û ji bo welatiyê tirk Wezîrê Derve Ednan Mensur li wan geriyaye û xwestiye ku serbest bê berdan. Mîkdad wiha got: “Bi min re 3 deqiqeyan axivî. Xwest ez rehînê tirk serbest berdim. Min jî heta birayê min bernedin ez teqez bernadim.”
Niha mijara mereqê eve ku welatiyên tirk û Siudî Erebîsanê li wê herêmê çi dikine. Aydin Tufan Tekînê di sala 1984’an de ji dayik bûye, bi çi armancê li Libnanê bû, rayedarên Tirk tiştekî nabêjin.
Rayedar bi fikar in ku piştî van rehîneyê dawî dê di navbera mezheban de pevçûn dest pê bike û li welatên din jî belav bibe.
Li bajaroka Ezaz ji aliyê artêşa Suriyeyê de 11 Libnanî hatibûn revandin û 4 heb di bombebaranê de miribûn. Libnanê bertekên mezin nîşanê vê da bû. Pispor diyar dikin ku dê li welat di mijarên mezhebî de gelek pevçûn pêk bên.