Ji bo xebatkarên THY’ê çalakiya global

Ji bo xebatkarên THY’ê çalakiya global

Karkerên endamên ITF’ê îro li Amsterdam, Bruksel, Hamburg, London, New York, Stockholm û Tokyo li ber ofîsên THY ji bo 205 karkerên ji kar hatine avêtin dê çalakiyê pêk bînin.

Sendîkayên Hewayî yên endamên Federasyona Karkerên Veguhestinê ya Navneteweyî (ITF) îro li bajarên wekî Bruksel, Hamburg, London, New York, Stockholm û Tokyoyê ji bo piştgiriyê bidin karkerên ji kar hatine avêtin dê çalakiyê pêk bînin. Di çalakiyan de dê banga ji nû ve karkeran bigirin kar bê kirin.

Di çarçoveya çalakiyan de li Balafirgeha Zavantem a Belçîkayê dê belavok bên belavkirin. Li New Yorkê jî li ber Empîre State Building ku buroya THY’ê li wire aktîvîst dê belavokan belav bikin.

Sendîkaya Karkerên Veguhestinê ya Swêdê vê hefteyê di kongreya xwe de îlan kikirin wan piştgiya xwe daye Hava-Îş û endamên wê.

Sekreterê Giştî yê ITF’ê David Cockroft di daxuyaniyê de da zanîn ku ne ew û ne jî karker dê dest ji vê têkoşînê bernedin û wiha got: “Rêveberiya THY’ê li hemberî xebatkarên xwe bi kîndarî tevdigere. Ev yek ji aliyê hikûmetêve jî ku hevkarê esas yê şîrketê ye ev bê ceza hiştiye. Dibêje qey dê bi vê ev mijar bê girtin. Lê dê ne wisa be.”