Ji bo zarokên Êzidî li Nisêbînê aktîvîte tên lidarxistin

Ji bo zarokên Êzidî li Nisêbînê aktîvîte tên lidarxistin

Ji bo zarokên Êzidî yên ji ber çeteyên DAIŞ cih û warên xwe terk kirin, travma û tirsa li ser xwe biavêjin li Navenda Çandê ya Mîtannî aktîvîte tên lidarxistin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li Navenda Çandê ya Mîtannî ji bo zarokên Êzidî yên ji ber êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ warên xwe terk kirin tirs û travmaya li ser xwe biavêjin aktîvîte tên lidarxistin.  Xebatkarên Navenda Çandê  ya Mîtannî û Navenda Şêwirmendiya Jinan a Gulşilav a Şaredariya Nisêbînê ji bo moral bidin zarokan lîstîkên zarokan nîşan didin; skeç, govendê dilîzin û stranan dibêjin.

Hat ragihandin ku wê aktîvîteyên wiha yên kêm be jî êşên zarokan didin jibîrkirin dewam bikin.