Ji bo zarokên Şengalî kermes hat vekirin

Ji bo zarokên Şengalî kermes hat vekirin

Dayikên li Taxa 13 Mart a Mêrdînê ji bo zarokên Şengalê li rex Parka Karayollari kermes vekirin. Kermesa hat vekirin ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol hat ziyaret kirin.

Dayikên li Taxa 13 Mart a Mêrdînê ji bo zarokên Şengalî li rex Parka Karayollari konê vedan de kermes çêkirin. Kermesa bi pêşengiya 20 dayikan hat vekirin Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol ziyaret kir. Di dema ziyaretê de Akyol ji ber alîkariya dayikan daye wan ez spas kir û got ku divê xebatên wiha dewam bikin.

 Piştî axaftina Akyol xwarin û şêrînahiyên jinan li kermesê çêkirin li mêvanan hatin belavkirin.