20 sal cezayê girtîgehê li serokkomarê rûxayî yê Tunisê Zeyne Abdidîn Bin Elî yê ku di encama raperîn û xwepêşandanên gel de neçar ma dest ji kar bikişîne, hat birîn.
Bin Elî ji bûyerên di meha çileya 2011 de li bajarê Ourdanineyê dest pê kirin hat tawanbarkirin. Bin Elî beriya niha jî bi sucên cûda hatibû tawanbarkirin.
Bin Elî niha jî li Erebîstan Siûdî ye. Rêberê berê yê Tunisê, di çileya 2011 de ji ber raperîn û xwepêşandanên gel neçar ma tevî hevsera xwe bireve Erebîstana Siûdî. Her çendî hikûmeta Tûnisê daxwaza radestkirina bin Elî dike, lê Erebîstan, radest nake.