Ji çeteyên êrîşî ambulansan kirin 6 hatin kuştin

Ji çeteyên êrîşî ambulansan kirin 6 hatin kuştin

Hêzên YPG’ê li hemberî koma çete ya ku êrîşî ambulansên Heyva Sor a Kurd kirin û di encamê de 2 peywîrdarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dabûn, operasyon da destpêkirin. Di encama operasyonê de 6 endamên çete hatin kuştin.

Piştî ku komên çete li nêzî gundê Esediyê yê li ser rêya Serêkaniyê û Dirbêsiyê êrîşî ambulansa Heyva Sor a Kurd kirin û di encamê de ajokarê ambulansê Silêman Cemîl û hemşîre Xebat Fermê  jiyana xwe ji dest dan, hêzên YPG’ê li gundê Esediyê û gundên derdora wê operasyon dan destpêkirin. Hate ragihandin ku operasyon li gundên Til Hermel û Merza yên li ser rêya bajaroka Ebû Rasîn belav bûye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hêzên YPG’ê di operasyonê de bi ser mala fermandarê komên çete Hemada Ubêd Xelîl a li gundê Mezra ya 24 kîlometreyan dikeve rojavayê Serêkaniyê de girtin. Hate gotin ku di encama serdagirtinê de hin alavên Postexaneya Serêkaniyê ku ji aliyê Hemad Ubêd Xelîl ve hatibûn dizîn hatin dîtin.

Di encama operasyonan de 6 endamên koma çete hatin kuştin.