Roja çarşemê rêberê efsaneyî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela rojbûna xwe ya 94’emîn pîroz dike. Zanyarên cîhanê ji bo Mandela surprîzek balkêş amade kirin. Ji niha û pêve cûra darkutik a ku tê diyarkirin ku beriya 5 milyon salan li Efrîkaya Başûr jiyaye û şopên wî nû hatiye dîtin, dê bi navê Mandela bê bîranîn.
Yekemîn rêberê reşik ê Efrîkaya Başûr, Nelson Mandela piştî 27 salan di girtîgehê de ma, gihişt azadiya xwe û bû serokdewletê Efrîkaya Başûr. Her sal rojbûna wî bi çalakiyên rengîn tê pîrozkirin. Ji 18’ê tîrmeha 2009 ve weke “Roja Mandela” li Efrîkaya Başûr” tê pîrozkirin. Mezintirîn pîrozbahiyên rojbûna Mandela li gund û bajarê ku lê ji dayîk bûye tê kirin.
Vê carê zanyarên cîhanê surprîzek taybet ji bo rojbûna Mandela amade kirin. Zanyarên Frensî û Alman li Efrîkaya Başûr fosîlên çûka darkutik a ku tê gotin ku beriya 5 milyon salan li Efrîkaya Başûr jiyaye dîtin û navê Mandela dan vê çûkê. Ev fosîl di muzeya bajarê Kapstadt a Efrîkaya Başûr de tê parastin û navê wî yê zanîstî "Australopicus nelsonmandelai".
Ji Enstîtuya Zanîsta Çûkan a Senckenberg ku navenda wê li bajarê Frankfurta Almanyayê ye Albrecht Manegold, ragihand ku ev çûk bakûrê bajarê Kapsadtê hatiye dîtin.