Ji cihên xwe yên mirinê hedef hatine girtin

Ji cihên xwe yên mirinê hedef hatine girtin

Baroya Wanê û Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê der barê bûyera Geverê de ku du welatiyên bi navê Veysî Îşbîlîr û Mehmet Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin daxuyanî dan çapemeniyê.  Di daxuyaniyê de gelek parêzer û Serokê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Çetîn Kotan jî amede bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Alîkarê Serokê Baroya Wanê parêzer Murat Koç ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku kujerê 2 welatiyan bên darizandin û Waliyê Colemêrgê û Qeymeqamê Geverê jî îstifa bikin.

Koç da zanîn ku dema cenazeyên herdu welatiyan anîne Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê parêzerên baroyê jî li wir amede bûne û wiha got: “Doktorên ku endamên Odeya Tabîban ya Wan û Colemêrgê jî ji bo tevli otopsiya cenazeyê herdu welatiyan bibin serî li dozgeriyê xistine û tevli karê otopsiyê bûne. Piştî otopsiyê derket holê ku 2 welatî bi guleyan hatine kuştin. Polîsan di laşê welatiyan de cihê mirinê hedef girtine û wisa gule berdane wan.”

Koç diyar kir ku di bûyerên Geverê de polîs bi awayekî jê re normal be çek bikar anî ye û wiha dom kir: “Bûyera ku li Geverê pêk hatiye ji dîroka me pir dûr nine. Ger ku di bûyerên Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Yildirim Ayhan û Ethem Sarisuluk de lêkolîn bihata kirin û li ser bihata sekinandin, dê îro li Geverê ev bûyer jî pêk nehata.” Di daxuyaniyê de herî dawî hat xwestin ku heyetek serbixwe bê avakirin û bûyerê lêkolîn bike.