Ji Çinarê ji bo Rojava 40 ton alîkariya xurekê

Ji Çinarê ji bo Rojava 40 ton alîkariya xurekê

Di çarçoveya kampanyaya ku şaredariya Çinar û DBP’ê dane destpêkirin ji bo Rojava 40 xurek hat şandin.

Li Çinarê di çarçoveya kampanyaya şaredarî û DBP’ê de 40 xurek hat komkirin û şandin Rojava. Kampanyaya ku bêdem hat destpêkirin, ji xurek, amûrê paqijiyê, rûn, şekir û ji bo zarokan pêk dihat û bi giştî 3 kamyon ber bi Deriyê Sînor ê Murşîd Pinar derket rê.

Endamê Meclîsa Çinarê ya DBP’ê Sedat Ay diyar kir ku di  çarçoveya kampanyayê de bi taybet ji gundan pir zêde alîkarî girtine û ji bo kesên ku tevlî kampanyayê bûne spasiyên xwe pêşkêş kir. Ay got: “Kampanyaya ku me daye destpêkirin bêdem e. Alîkariyên me wê bênavber bidomin. Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê  ye.”