Ji Civata Zerduşt bîranîna Rojava

Ji Civata Zerduşt bîranîna Rojava

Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên Kurd ên li Swêdê beşdarî "Civîna bîranîna şehîdên Rojava" ya li Mala Zerduştî ya li Stockholmê bûn. Di civînê de bal hat kişandin ser berxwedana Rojava ya bi lehengî li dijî rejîma Esad û çeteyan nîşan dide û hat destnîşan kir ku Rojava rûmeta gelê Kurd e. Di civînê de bang li Kurdan û dostên wan hat kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana Rojava.

Çalakiya ku ji aliyê Civata Zerduşt a Kurdistanê ve hat lidarxistin, ji bo bîranîna cangoriyên li Rojava jiyana xwe ji dest dane bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre sînevîzyonek ji berxwedana Rojava û merasîma cenazeyê Şervan Muslim kurê Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim, hat nîşandan.

Di bîranîna bi pêşkêşvaniya rojnamevan Arez Andaryarî de li ser navê Civata Kurd a Zerduşt nivîskar Bîlal Gorgu peyivî û diyar kir ku Kurd yek ji gelên herî kevin ên Mezopotamyayê ye, axa xwe ne terikandiye û tolerans nîşanî qewm û baweriyên cuda yên hatine herêma xwe, daye.

Gorgu got, "Em weke Zerduştiyên Kurd, Kurdistaneke bi tenê nas dikin. Sînorên emperyalîstan xêz kirine nas nakin. Îro gelê Rojava ji bo nasname, statu û azadiya xwe têdikoşe. Ne ji bo dagirkirina axa xelkê, ji bo parastina axa xwe li hemberî êrîşan şer dike. Ji ber vê yekê divê hemû alîgirên azadî û mafên mirovan, piştgiriyê bidin vê berxwedanê."

‘LI ROJAVA KURD JI BO ÇAND Û GELÊN MEZOPOTAMYAYÊ LI BER XWE DIDE’

Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî jî da xuyakirin ku li Rojava gelê Kurd li dijî êrîşên çeteyan destaya berxwedanê nivîsandiye û destnîşan kir ku YPG û gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên li Mezopotamyayê li ber xwe didin. Elî bibîr xist ku Hevserokê Giştî yê PYD'ê daye xuyakirin ku ew ji ber bavê şehîdekî ye serbilind e û got, "Îro li Rojava dîrok tê nivîsandin. Li dijî selefiyên bi ala reş, berxwedanek bi lehengî dewam dike. Di navbera gelên Kurd, Suryanî, Ermenî yên li Mezopotamyayê, em pirekê ava dikin. Mûxalefeta Sûriyê ji bo şoreşa Sûriyê veguheriye barekî mezin. Em çand, demokrasî û mafên mirovan ên hezaran salan ên Mezopotamyayê, li dijî El Qaîde û welatên êrîşî me dikin, diparêzin."

Elî ragihand ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe û gelên Rojhilata navîn ji bo tevahiya çand û gelên Mezopotamyayê li ber xwe dide û got, "Ez banga piştevaniya bi têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd dikim."

Li ser navê PJAK'ê Amîr Kerîmî jî da xuyakirin ku bûyerên li perçeyekî Kurdistanê diqewime bandorê li tevahiya Kurdan dike û destnîşan kir ku pêşeroja Rojava dê çarenûsa gelê Kurd diyar bike. Kerîmî banga xwedîderketina li berxwedana Rojava kir.

Nûnerê Tevgera Goran Saman Elî jî diyar kir ku divê gelê Rojava bi xwe biryarê bide ka kîjan taktîk û stratejiyê bişopîne û bang li Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin şoreşa Rojava.

‘DIVÊ KURD BI HEYETEKE SERBIXWE BEŞDARÎ CENEVRE-2 BIBIN’

Nûnerê Partiya Yekitî ya Kurd a Sûriyê yê Swêdê Dr. Sededîn Mele anî ziman ku li hev bikin û bi nêrîneke hevpar beşdarî Konferansa Cenevre-2 bibin. Mele diyar kir ku divê Kurd li Cenevre-2 bi heyeteke serbixwe bê temsîlkirin û got, "Ji bo Sûriyeya pêşerojê bi dîktatoriyê neyê rêvebirin, divê Kurd pêşniyara Sûriyeyek federal bikin. Sûriye welatekî ku Kurd, Suryanî, Ermenî û gelên din bi hev re dijîn e. Di Sûriyeya pêşerojê de divê mafên hebûn û çanda hemû gelan bi destûra bingehîn bên ewlekirin."

‘ROJAVA BALÊ DIKŞÎNE SER GIRÎNGIYA YEKITIYA NETEWEYÎ’

Li ser navê KNK'ê Ahmet Karamûş jî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurdan. Karamûş diyar kir ku dewletên herêmê hewl dide bi rêya çeteyan pêşî li statuya gelê Kurd bigirin û dîwarê dewleta Tirk lê dike bibîr xist. Karamûş destnîşan kir ku li hemberî van hemûyan divê gelê Kurd werin cem hev û yekitiya neteweyî ava bikin. Karamûş ragihand ku şoreşa Rojava rûmeta gelê Kurd e û bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidin gelê Rojava.

‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DÊ SÎNOR Û DÎWARAN HILWEŞÎNE’

Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a li dijî Qirkirinê (CHAK) Azad Heydarî jî da xuyakirin ku gelê Kurd dê ti carî destûrê nede çeteyên ji xwe re dibêjin Misilmanin lê çi eleqeyan wan bi Îslamê re nîne, ku li rojava bicih bibin. Heydarî der barê çeteyan de ev hişyarî li Tirkiyê kir: "DYE li Efganîstanê El Qaîde birêxistin kir. El Qaîdeyê li Cotkûleyan û Pentagonê xist. Niha jî Tirkiye çekê dide destê çeteyên El Nûsra û diajo ser Sûriye û Rojava. Cîhadiyên ku hejmara wan 11 yan jî 13 hezar e, dê di pêşerojê de êrîşî Enqerê bikin û li serê Tirkiyê bibe bela. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên mor kiriye tevbigere û dawî li desteka ji bo terorîstan bîne."

Heydarî her wiha ji bo rakirina ambargoya li dijî Rojava bang kir û ji Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî xwest, ku destê xwe ji Rojava vekişînin. Heydarî got, "Kurdan bi berxwedana xwe nîşan dan ku ewê nehêlin çeteyên El Qaîdeyê li ser axa wan bicih bibin. Ev berxwedan berxwedaneke mafdar, rewa û bi rûmet e. Gelê Rojava axa xwe, nasnameya xwe, çanda xwe û rûmeta xwe diparêze."

Heydarî her wiha helwesta Serokwezîrê Tirkiyê R. Tayyîp Erdogan ku li dijî dîwarê Îsraîlê yê li Fîlîstînê lê dike derdikeve lê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de heman dîwarî lê dike, weke durûtiyê bi nav kir. Heydarî destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd dê sînor û dîwaran hilweşîne.

‘DIVÊ OLDAR LI DIJÎ KOMKUJIYÊN LI ROJAVA HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN’

Rahîbê Mala Zerduşt Andaz Hawezy da xuyakirin ku mafê kesî nîne bi bikaranîna ol êrîşî mirovên din bike û bibîr xist ku komên fundamentalîst li Rojava di bin navê ol de Kurdan qetil dikin û ji bo qetilkirina Kurdan fetwayan didin. Hawezy got, "Mîna her olî di olê Îslamê de jî oldarên baş û nebaş hene. Divê oldarên baş bên cem hev, li dijî bûyeran derkevin û aşkera bikin ku cihê êrîşên li hemberî Kurdan di Îslamê de nîne."

Li dû axaftinan, beşdaran ji bo bîranîna mirovên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, find vêxistin.