Di yekemîn roja civîna bilind a Yekitiya Ewropayê ya ku duh pêk hat de pakêta ji bo handana (teşwîq) mezinkirina aboriya Yekitiyê ya ji 120 milyar euroyê pêk tê hat qebûlkirin.
Di civîna bilind a krîtîk a li Brukselê pêk hat de, rêbazên rizgarbûna ji krîza aborî ya li welatên Ewropayê gotûbêj hat kirin. Rêberên YE’yê ji bo çareseriya pirsgirêka bêkarî û pêşxistina mezinbûna aborî gotûbêj kirin û de pakêta ji bo handana (teşwîq) mezinkirina aboriya Yekitiyê ya ji 120 milyar euroyê pêk tê hat qebûlkirin.
Serokê Konseya Ewropayê Herman Van Rompoy di daxuyaniya da de diyar kir ku hemû rêberên YE’yê dixwazin pêngav bêne avêtin. Van Rompoy diyar kir ku gotûbêjên wan ên li ser aghaiyên butçeya YE’yê berdewam dikin.
Serokê Komsîyona Ewropayê Jose Manuel Barroso jî diyar kir ku pakêta butçeya YE’yê bi qasî pakêtên handanê girîng in û got; “Xebatên me yên li ser plansaziyên ji bo butçeyê berdewam dikin.”