Ji ciwanên Kurd li Frankfûrt ji bo Rojava meş

Ji ciwanên Kurd li Frankfûrt ji bo Rojava meş

Ciwanên Kurd ên li başûrê Elmanyayê dijîn, ji bo piştgiriya Rojava li bajarê Frankfûrt’ê meşek lidar xistin.

Meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Başûrê Elmanyayê ve hate amadekirin duh êvarê ji Stasyona Navendî ya Frankfûrtê destpê kir. Meşa bi dirûşma “Rojava biparêze Reber Apo azad bike” pêk hat û bi sedan ciwan beşdar bûn. Ciwanên ku du kilometre nîv meşiyan li Bockenheîmê mîtîngek lidar xistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Şoreşa Cîhan û Kurdistanê, belavoka ji aiyê Tevgera Ciwanên Kurdistanê ve hatibû amadekirin, hate xwendin. Ciwanan li ser hev dirûşmên “ Bijî Berxwedanan YPG”, “PKK Gel e, Gel li vire” û “Bijî PKK” qîriyan. Di çalakiyê de gelek belavokên bi Elmanî hatin belavkirin, alên YPG’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Çalakî piştî mîtîngê bi dawî bû.