Ji Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kampanya ji Ocalan re Azadî
Ji Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kampanya ji Ocalan re Azadî
Ji Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kampanya ji Ocalan re Azadî
Salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî nêzîk dibe û bi şêwazên cuda kurd ji niha ve dest bi çalakî û kampanyan dikin. Komalên Ciwanên Rojhilat KCR ku xwe ji bi şermezarkirina komployê amade dike, ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyayekê kir.
Bi nêzîkbûna 14. salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê re ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin, li Rojhilatê Kurdistanê jî amadekariyên şermezarkirina komployê ji niha de dest pê kirin.
Komalen Ciwanên Rojhilat KCR ku li Rojhilatê Kurdistanê xebatan dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayek daye destpêkirin.
KCR’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku geşedanên niha li Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn derketine holê, sedemên sereke û esas ên komploya 15’ê Sibatê baştir ravekirine û derketiye holê ku êrişa 15ê Sibatê, li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye.
Komalen Ciwanên Rojhilat destnîşan dike ku dewleta tirk di pêvajoya derbasbuyî de bi êrişan bersiv daye hemû hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyek aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd û di vê derbarê de vê radigihîne:
"Dewleta tirk li dijî hemû hewldanên Rêber Apo ên çareseriyê, ji bo şikandina îradeya gelê kurd, êrişên xwe yên li ser gerîlla û operasyonên qirkirina siyasî zêde kirin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ku ev du sal in dewam dike jî nîşaneya herî berbiçav a vê siyaseta hukmet û dewleta AKP bû. Di van rojan de ku AKP herî zêde behsa aştî û çareseriyê jî dike, êrişên wê yên piralî di asta herî jor de dewam dikin. Bi komkujiya Parîsê re, êdî rengî vê siyaseta AKPê baştir derkete holê."
KCR destnîşan dike ku sîstemê li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd xistiye pêvajoya îmhakirinê, di şexsê wî de hemû nirxên mirovahiyê hedef têne girtin û lewra xurtkirina têkoşîna li dijî van nêzîkahiyan, ne tenê li Tirkiyeyê, li her deverên cîhanê, ji bo hemû derdorên demokratîk û azadîxwaz erk û berpirsyariyek sereke ye.
KCR diyar dike ku di dirêjahiya dîroka Kurdistanê de, komployên wekî ya 15ê Sibatê, li dijî rêberên din ê kurd Dr. Ebdurrehman Qasimlo, Qazî Mihemed, Dr. Sadiq Şerefkendî û Simko jî pêkhatine û hedefa wan jî têkbirina nirxên gelê kurd bûn.
KCR di serî de ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, bang li hemû ciwanên Îranê kir ku salvera pîlangeriya navnetewî bi çalakiyan û xurtkirina têkoşînê pêşwazî bikin û got, emê bi hamleya xwe ya bi slogana "Ji bo azadiya Serok Apo, Rabin ser piya" azadiya rêber Apo û gelê xwe misoger bikin.