Ji Ciwanên Şoreşger bangawazî
Ji Ciwanên Şoreşger bangawazî
Ji Ciwanên Şoreşger bangawazî
Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li ciwanan kir ku tevlî nava refên YPG’ê bibin û di parastina Rojavayê Kurdistanê de cih bigirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger, li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li ciwanên Rojavayê Kurdistanê kir da ku tevlî nava refên YPG’ê bibin û di parastina herêmên xwe de cih bigirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, berxwedana li dijî rêxistinên tarî yên êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê dikin, erka her kesî ye û pêwîst e hemû hêzên civakê li dijî van êrîşan derkevin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hemû îmkanên xwe tevlî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûye, dema komên çete êrîşî gelê Kurd kirin û li dijî rêveberiya xweser a demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ketin nava tevgerê. Ciwanên Şoreşger bang li hemû endamên xwe kirin ku tevlî nava YPG’ê bibin û erka xwe yê parastinê pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî Înîsiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê û hêzên YPG’ê banga seferberiyê kirin, Ciwanên Şoreşger di roja yekê de bersiva seferberiyê dane û ev tişt hate gotin: ‘‘Ji roja yekem a seferberiyê endamên me berê xwe dan nava YPG’ê û di encama berxwedana bêhempa de hin endamên me şehîd ketin û herî dawî hevalê me yê xwendekar Ebdureûf Sadiq Temo bi nasnav Leheng di pevçûnên li ser rêya Til Xelef û Serêkaniyê de şehîd ket. Hevalê me û endamê Koordînasyona Ciwanên Şoreşger mînaka ciwanên welatparêz û niştîmanperwer bûn.’’
Di dawiya daxuyaniyê de soz hate dayîn ku dê Tevgera Ciwanên Şoreşger heta dawî li ser rêya cangoriyê azadiyê û ‘‘Şehîd Leheng’’ bimeşin û bang li hemû ciwanan hate kirin ku erka xwe ya parastinê pêk bînin û tevlî nava refên YPG’ê bibin.