Ji Colemêrgê alîkariya ji bo Rojava
Ji Colemêrgê alîkariya ji bo Rojava
Ji Colemêrgê alîkariya ji bo Rojava
Li Colemêrgê, di çarçoveya kampanya alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê de 250 kolî alîkariya rojane ji bo şandina Rojava hatin amadekirin.
Li Colemêrgê, KCD, BDP, Şaredariya Colemêrgê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl, di çarçoveya kampanya alîkariya bi Rojava re 250 kolî alîkariya jiyana rojane amade kirin.
Serokê Şaxê Tum-Bel-Senê Serdar Koşar alîkariya hat komkirin kir pakêt û radestî rayedaran kir. Koşar li vir axivî û got, "Li Rojava pevçûnên cidî rû didin. Êrîşên çeteyên El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê, ku di vê salê de li dijî gelê Rojava dijwar kirin, me dixe nava fikar û gumanan. Diyare ku li pişt van êrîşan hêzên derve hene."
Koşar da xuyakirin ku di çarçoveya kampanya alîkariya ji bo gelê Rojava de wan ji endamên sendîkaya xwe daxwaza alîkariyê kirine û got, "Alîkariya me ji endamên xwe kom kirin 250 kolî ne û zêyî 3,5 ton alîkarî ye. Bi taybetî, di amadekirina van koliyên alîkariyê de, ji ber keda wan ez ji dikandarên Colemêrgê re spasiyên xwe pêşkêş dikim." Koşar destnîşan kir ku ew dixwazin ev hestiyariya gel dewam bike.