Federasyona Fûtbola Navneteweyî FIFA, ji bo lêpirsîna gendeliyê (nelirêtî) yek ji kesên girîng ên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) Luis Moreno Ocampo anî.
FIFA’yê di van salên dawiyê de li hember gendelî û şîkeyan pêngavên girîng avêt û ji bo cîhana fûtbolê transferek girîng pêk anî. FIFA’yê ji bo lêpirsîn û têkoşîna li hemberî gendelî û şîkeyê hiqûqnasê navdar ê cîhanê Luis Moreno Ocampo transfer kir.
Hiqûqnasê Arjantnînî ji sala 2003 ve Serdozgeriya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dikir. Peywira Ocampo piştî meha pûşperê li DCN’yê bi dawî dibe. Tê payîn ku piştî wê di FIFA’yê de dest bi peywira xwe ya nû bike.