Ji Demîrbaş bo Salih Muslim peyama sersaxiyê
Ji Demîrbaş bo Salih Muslim peyama sersaxiyê
Ji Demîrbaş bo Salih Muslim peyama sersaxiyê
Şaredarê BDP’a Sûrê Abdullah Demîrbaş biboneya şahadeta kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim peyamek sersaxiyê weşand.
Şaredarê Sûra Amedê ya BDP’ê Abdullah Demîrbaş biboneya şahadeta kurê Hevserokê PYD’ê Saliha Muslim û şervanê YPG’ê Şervan Muslim ku di encama pevçûnên di navbera YPG û komên çete Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ên girêdayî El Qaîdeyê li Girê Spî ê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da peyamek ya sersaxiyê weşand.
‘WAN NAVÊ XWE BI TÎPÊN ZÊRÎN LI DÎROKA KURDAN NIVÎSÎN’
Demîrbaş di peyama sersaxiyê de got: “Rêzdar Salih Muslim Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD, me bi dilekî xemgîn xebera şahadeta kurê we Şervan bihîst. Şervanê ku ji bo parastina axa xwe di nava refên parêzvanên gelê Rojava de cih digirit , ji vê doza pîroz canê xwe feda kir û tevlî refên şervanên azadiyê bû. Şervan û hevalên xwe yên bi tîpên zêrîn nava xwe di dîroka kurdan de dinvîsin dê herdem di dilê gelê xwe de bijîn û cihê serbilindayî û rûmetê bin.
Şervanê rûmetê û azadiyê ne, parastina xaka xwe dikin, parastina rûmet û hebûna kurdan dikin. Lewre jî her çendî êşa kezebê girane û her çendî tu gotin nikarin wê êşa kezeba dê û bavan bikewînin lê dîsa jî mirovên weke we xwedî vîn û bawerî dikarin ji bi evîna azadiyê vî barê giran jî tehemûl bikin.
Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurd, bi taybetî ji dê û bav ,rêheval û dostên şehîd û hemû malbata wî re dixwazin. Cihê wî buhişta narîn be û xwedê sebir û deyaxê bide hemû malbatê.”