‘Ji derveyî YPG’ê avakirina hêzek din jibo me xeta sore’
‘Ji derveyî YPG’ê avakirina hêzek din jibo me xeta sore’
‘Ji derveyî YPG’ê avakirina hêzek din jibo me xeta sore’
Hevseroka Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Sînem Ehmed têkildarî naveroka civînên di navbera MGRK û ENKS’ê de diyar kir ku ji bo Kurd jî weke şandek serbixwe tevlî Cenevre-2 bibin herdu aliyan di nava xwe de li hev kirine. Ehmet, diyar kû ferzkirina hêzek leşkeri a ji dervey YPG’ê şaşitiyek herî mezine û bi tu awayî nayê pejirandin.
Piştî aloziyên di navbera her du meclîsên Rojavayê Kurdistanê (MGRK û ENKS) bi piştgiriya PKK’ê û Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser daxwaza serokatiya Herêmê hatin Hewlêr û ji bo riya çareseriyê bibinin dest bi hevdîtinan kirin. Hevdîtinên kû di navbera herdû meclîsan berî du rojan destpêkiriye û wê îro jî di saet di 10:00’an de berdewam bike. Civîna duh ya di navbera herdu meclîsan de di demjimêr 10:00’ê de destpêkir û di demjimêr 16:00’an de bidawî bû. Li ser navê MGRK’ê Aldar Xelîl, Îlham Ehmed, Sînem Mihemed, Ebdulselam Ehmed, li ser navê TEV-DEM’ê Xerîb Huso, nunerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Dr. Cehfer Henan, serokê ENKS’ê Tahir Islûk, li ser navê partiyên di ENKS’ê de cih digrin Ebdulhekim Beşar, Brahîm Biro, Nesredîn Îbrahîm, Mistefa Meşayiq û Mistefa Cumo herwisa li ser navê Hukumeta Herêma Kurdistanê berpirsê têkiliyên derve yê Dîwana Serokatiya Herêmê Dr. Hemîd Derbendî beşdarî civînê bûn. Hate zanîn kû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tevlî cîvîna herdu meclîsan nebûye.
Di derbarê naveroka civîna di navbera MGRK û ENKS’ê de kû duh ya roja duwem de, hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Sînem Mihemed nêrînên xwe ji ajansa DÎHA’ê re nirxand. Mihemed da diyarkirin kû, li Rojava şoreşek heye pêwîst dikir kû herkesê kû bêje ez Kurdim piştgiriyê bide vê şoreşê lê mixabin hinek tiştên çêbûyî di navbera herdû encûmenan de dilsariyek da çêkirin û wiha berdewam kir; “Em hertim jibo Hewlêrê û Başûrê Kurdistanê dibêjîn em birayê hevîn. Ev nakokiyên kû derketî, bû sedem ku astengî ji Salih Muslim re derbikevin û nekare were Başûrê Kurdistanê. Ev rewşe bû sedem ku li Rojavayê Kurdistanê li ser aliyê Kurd bandorek nerênî bide çêkirin. Lewra jibo tevayî pirsgirêkên heyî yên di nava me de heyî jibo ku ji holê werin rakirin, em amadene kû bi birayên xwe re rûnin û disa kul û derdên xwe ji hev re bêjîn. Jibo vê jî Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî em vexwendîn Herêma Kurdistanê û got jibo ku nakokiyên di navbera hêzên Rojava de çareser bikin em dixwazîn carek din bi PYD’ê re rûnin. Jibo wê jî em jî wek meclisa MGRK’ê hatîn vê derê. Lewma em jî keyfxweşîn ku carek din hatîn cem hev.”
Serokê Herêma Kurdistanê têkildarî beriya demekê gotibû li Rojava şoreş tuneye û tenê dewir dayîn çêbûye. PYD’ê û rêkxistinên din yên ku rola sereke di rizgarkirin, parastina Rojavayê Kurdistanê de rolek berbiçav leyistine ji vê daxuyaniya Barzanî bêzar bibûn û ji Barzanî xwestibûn kû ji gelê Rojava û malbatên şehîdan lêborînê bixwaze. Di vê derbarê de jî Mihemed wiha axivî: “Dema em bi birêz Barzanî re rûniştîn me tiştên xwe yên heyî ji wî re vekir û wî jî ya di dile xwe de ji me re got. Dibe ku hinek tiştên ne rastin gihiştibin destê serokê Herêmê jibo vê jî me xwest sererast bikin û me di encamê de sererast kir. Dema ku birê te bêje keremke were mala min ev jî diyare ku tê çi wateyê. Pêwîst nake lêborînê bi deve xwe bêje.”
KURD BI YEK ŞANDÊ DIÇIN CENEVRE-2
Têkildarî civîna Cenevre-2 jî Mihemed dîtînên xwe wiha bilêv kir: “Me biryar girt ku Kurd hemû heta dawiyê hewlbidin ku serbixwe tevlî Cenevre-2 bibin. Ji ber ku Kurd li Suriyê hêzekê bingehîne û niha hêza herî zêde ya tenzîm kiriye. Bes hêzên navnetewî dibêjin li ser navê muxalefetê yek heye wê biçe tevlî Cenevre-2 bibe. Di nav wê hêzê de jî divê Kurd cihê xwe bigrin. Hêzên ji derve vî tiştî tayin dikin. Na eger bêjin du hêz li ser navê muxalefetê hene wê demê hêza me jî heye û emê weke Desteya Bilind a Kurd (DBK) tevlî bibin. Lê eger hêzek tenê li ser navê muxalefetê tevlî bibe em jî wekî Kurd di nava vê muxalefetê de cihê xwe bigrin. Yanî me gotiye heta ji me bê ku em bikarîn li ser navê Desteya Bilind û wekî hêzekî serbixwe beşdarî Cenevre-2 bibîn. Eger nebe jî kî ser navê Kurdan cih bigre weke nêrînekê hevbeş tevlî bibe, pêwîste nêrînek siyasî û hevbeş bingeh bigre.”
Li ser aktîfkirina Desteya Bilind a Kurd Mihemed da zanîn ku di vê civînê de tişta jibo me herî girîng yek jî aktîfkirina Desteya Bilind e û wiha pêde çû; “Ew jî vê xalê dipejirînin. Çi tişt di berjewendiyên gelê Rojavayê Kurdistanê de be emê wiya bikin. Me biryar girtiye emê Desteya Bilind aktif bikin. Bes heya niha di vê civînê de me ev mijar nîqaş nekiriye. Civîna me sibê berdewam dike, emê di roja sêyem ya civînê de çawa bikarîn Desteya Bilind aktif bikin, mekanîzmayên wê emê nîqaş bikin.”
Di mijira tevlîbûna ENKS’ê ya Muxalefeta Sûriyeyê Mihemed destnîşan kir kû ev yek parçebûn û lewazbûna hêzên Kurd derdixîne holê û gotinên xwe bi vî awayî berdewam kir; “Em vê gavê xurtkirina Desteya Bilind nîqaş dikîn, dîsa jî cihê xwe di nava muxalefeta Suriyê de bigrin negrin ew dizanin. Herwisa vana cihê xwe di rêveberiya demî de jî ne girtine. Cihê xwe di nava muxalefeta Suriyê de girtine. Ev jibo aktîfkirina Desteya Bilind nabe asteng. Jibo wê jî em dikarîn weke hêzên Kurdên Rojava bi hev re bi awayek hevbeş karbikin. Ev rewşe jibo me nabe pirsgirêk. Rêveberiya demî ya Kurdan, Ereban, Aşûriyan û ya hemûyan Desteya Bilind a Kurd e. Jibo vê jî herdu meclîs em dikarin bi hev re karbikîn. Lewra cihgirtina ENKS di nav muxalefeta Suriyê de jibo bi hev re xebatkirina me nabe asteng.”
DERIYÊ SÊMALKA WÊ JI BO ALÎKARIYA MORIVÎ VEBE
Yek ji mijar û pirsgirêkên herî girîng yê civînê Deriyê Sêmalkan bû. Mihemed di vê derbarê de da zanîn ku aliyan di navbera xwe de jibo alikariyên mirovî li ser vekirina Deriyê Sêmalka li hevkirine û axaftina xwe wiha domand; “Deriyê Sêmalka ji herdu aliyan ve jî girtiye. Em dixwazîn jibo derbazkirina her cûre alikariyên mirovî deriyê Sêmalka vekîn. Hukumeta Herêmê jî dixwaze ev deriye jibo alikariyên mirovî bê vekirin. Bes ne jibo koçberiyê. Jibo koçberiyê be em venakîn. Ev deriye jibo alikariyên mirovî wê were vekirin. Herwiha jibo rewşên nexweş û alikariyên mirovî jî hatun û çûn wê çêbibe. Jibo alikariyên mirovî derbaz bibin berê jî komîteyek hebû bes komîteyek hevbeş wê were çêkirin jibo alikariyên mirovî derbazî Rojava bikin.”
BIRYARA BERDANÊ DESTÊ ASAYÎŞÊ DEYE
Hinek kesên girêdayî El-Partî û Partiya Azadî di bûyerên kuştinê de û bûyerên bivî awayî de cih girtine û ew şertê berdana van kesan davêjin pêşiya MGRK’ê û PYD’ê û dixwazin ev kese werin berdan. Têkildarî vê jî Mihemed dîtinên xwe bi vî awayî anîn ziman; “Girtiyên El Parî û Partiya Azadî di deste di dest asayişê de ne. Jibo van kesane wê asayiş biryarê bide. Zagonek heye, yekê yek kuştibe nayê berdan. Sîstemek û asayişek heye, ew asayiş erk û karê xwe dizane. Asayişê jî zagonên xwe hene yekê tewanek kiribe wê bigre. Dibe ku hinekan tewanên xwe biçûk bin. Evê werin berdan. Em naxwazên zulmê li gelê xwe bikin û em zulmê li kesê nakîn vêya herkes baş dizane. Lê jibo hinek tişt bimeşin dibe ku hinek tişt bên kirin. Bes hinekan tewanên giran kiribin, berdana van kesan ne ez ne jî kes dipejirîne.”
Mihemed di dawiya axaftina xwe de balkêşand ser avakirina hêzek leşkerî a ji dervey YPG’ê û da zanîn xiyalkirina vê yekê bi serê xwe şaşiyek mezine û wiha gotinên xwe bidawî anî; “Ferzkirina avakirina hêzeke leşkeri a ji dervey YPG’ê şaşitiya herî mezine. Tiştek wisa ne gel, ne dîrok ne jî kes wê efû bike. Ger du hêz çêbibin wê şerê biratî destpêbike. Jibo vê jî em vê yekê ji xwe re weke xetê sor dibînin û tu car tiştek bi vî awayî napejirînin. Me hîn ev tişte nîqaş nekiriye bes dema kû aktîfkirina Desteya Bilind were nîqaş kirin di nava komîteyên parastinê de dibe kû ev mijare jî bi awayek berfireh were dest girtin.”
Civînên kû di navbera herdu meclîsên Rojava MGRK’ê û ENKS’ê de wê di roja xwe ya sêyan de di demjimêr 10:00’an de li Hewlêrê berdewam bike. Lê nayê zanîn gelo wê civînên di navbera aliyan de wê îro bidawî bibin yan ne.