Ji Desteya Bilind ji bo Şêxmeqsûdê banga alîkariyê

Ji Desteya Bilind ji bo Şêxmeqsûdê banga alîkariyê

Komîteyên xizmetê û alîkariyê yên girêdayî Desteya Bilind bang li saziyên mafên mirovan ên herêmî û navnetewî kirin ku alîkariya penaberên Helebê bikin.

Piştî ku ji ber topbaranên rejîma Baasê bi hezaran welatiyan ji Taxa Şêxmepsud koçî Efrînê kirin, komîteyên xizmetê û alîkariyê yên girêdayî Desteya Bilind ên li bajêr bi derfetên xwe pêdiviyên jiyanî yên penaberan bicîh tînin.

Komîteyên alîkariyê li gel alîkariyê, bang li saziyên mafên mirovan ên herêmî û navnetewî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, Kongreya Îslamî, Xaça Sor, Heyva Sor a Kurdistanê  kirin ku alîkariya penaberan bikin. Rayedarên komîtiyan destnîşan kirin ku hejmara welatiyên koçber bûne ji 100 hezarî boriye, lewre pêdivî bi alîkariya acîl heye.

Rayedarên komîteyan ji bo alîkariyên ku dê bêne şandin jî cih diyar kirine.