Ji Dîwana Edaletê ya Rojava efûya cejnê

Ji Dîwana Edaletê ya Rojava efûya cejnê

 Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê li ser serlêdana Meclisa Gel A Rojavayê Kurdistanê, bi munasebeta Cejna Qurbanê ji bo girtiyên ku sucên wan sivik in efû derxist.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Dîwana Edaletê dane, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) serî li Dîwana Edaletê ya Rojava da û daxwaz kir ku bi munasebeta Cejna Qurbanê girtiyên ku sucên wan sivik in serbest bêne berdan. Dîwana Edaletê jî ev daxwaz nirxand û di cîh de dît.

Rayedarên Dîwana Edaletê diyar kirin ku li ser vê biryarê ji bo serbestberdana girtiyên sucên wan sivik, xebat hatine destpêkirin, li her bajarekê komîsyon hatine avakirin û piştî lêkolînan girtiyên di vê rewşê de têne berdan.