Zanyarên Hollandayê ji mînakên DNA’yê, li ser teknolojiyeke ku dikarin wêneyên robot yên DNA’yê çêbikin xebatan dimeşînin. Mifteya xebatê, guherînên di DNA’yê de bandorê li ser teşegirtina rû dike.
Di mijara zanista tiba edlî de xebata herî girîng yak u tê meşnadin xebatên li ser mînakên DNA’yê ne. Di encama li hevhatinê de di roja me ya îro de li cîhanê gelek bûyerên tecawiz û cînayetên tên aşkerakirin û di diyarkirina nasnameya kurbanan de mînakên DNA’yê tên bikaranîn.
Lê li Hollandayê di xebateke ku tê kirin de di cîhana zanistê de heyecaneke mezin pêk aniye. Navenda Tibê ya Zanîngeha Erasmus a Rotterdamê ku sazbûna serê kesên dildar bi nîşandana MRI re xist bin qeydan, bi vê çêkirinên DNA’yê re anî hemberî hev û şeklê ruyê wan, bi têkiliya wan a genetik re tîne beramberê hev. Tê destnîşankirin ku ev lêkolîn dê di pêşerojê de ji mînakên DNA’yê wêneyê robot yê rû bê çêkirin.
Zanistan di encama vê lêkolînê de çar faktorên genetij yên ku şeklê rû diyar dikin, zelal kirin. Di nava van de pozîsyona hestiyên rû, navber çavan, bejn, birehî û dirêjiya bêvîlê cih digire.
Zanistan daneyên ji 10 mînakan girtine nirxand û heta niha 5 gen tesbît kirine. Pispor Kayser ku di xebatê de cih girt, diyar dike ku niha ji mînakên DNA’yê dikare rengê por û çav bê tesbîtkirin.