Ji DOKH'ê banga xwedî derketin li Yasemîn Yilmazê

Ji DOKH'ê banga xwedî derketin li Yasemîn Yilmazê

Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), têkildarî girtina xebatkara Rojnameya Azadiya Welat a Dêrikê, rapora Roboskiyê û tundiya li ser jinê tê meşandin daxuyaniyek nivîski da û helwesta hikûmetê şermezar kir.

Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) diyar kir ku, di 8'ê Adara 2013'an de di roja ku jin ji bo mafê xwe daketin qadan û têkoşîna xwe bilind kirin de xebatkara çapemeniya azad a navçeya Şemrexa Mêrdînê Yasemîn Yilmaz hat girtin û wiha got: "Kedkara çapemeniya azad Yasemin Yilmaz hat binçavkirin û rastî tundiya polîsan hat. Ji ber tundiya di bin çavan de zaroka wê ya du mehî ji ber wê çû. Hêj ev hovitî li ber çavan bû Yasemîn li gel vê tundî û mexdûriyetê ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin girtîgehê. Li vir tê xuyakirin ku midûriyeta polîsan û darazê dest daye hev û hevkariya hev dikin. Di bin çavan de polîsan cinayet pêk aniye. Di vê pêvajoya ku hikûmeta AKP'ê hin tiştan dike de tundiya li hemberî jinê ji sedî 1400 zêde bûye. Li ser jinê terora tewletê tê maşndin. Bi hezaran jin di bin çavan de bi girtin û bin çavan de rastî perçekirinê tê. Yasemin Yilmaz jî di encama van polîtîkayan de hat binçavkirin û hat girtin.

Em bang li hemû saziyên jinan dikin li hevala me Yasemîn Yilmaz xwedî derkevin.

DOKH'ê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê di rapora Roboskiyê de qerf û henekê xwe bi gelê Kurd û jina Kurd kiriye û wiha wiha berdewam kir: "Ev rapor li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd û jina Kurd e. Bi vê raporê dixwaze kujeran veşêre û ser komkujiyê bigire. Lê em jin vê raporê qebûl nakin û destûrê nadin veşartina komkujiyê. Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin bi banga aştiyê dixwaze dîsa gelê Kurd û jina Kurd bixapîne. Hikûmet daxwaza gelê Kurd a çareseriya demokratîk û statuya gelê Kurd li ber çavan nagire. "

DOKH'ê bang li hemû gelê Kurd, dayik û jinên Kurd kir û xwest li hemberî komkujiya jinê di nava hevkarî û tevkariyê de be û ji bo ronîkirina komkujiyê di nava têkoşînê de be.